PÊŞNIYARA ALMANYA Û FRANSA JI BO BIDEN
EM LI DIJÎ DESTWERDANÊN TIRKIYÊ BIBIN XWEDÎ YEK HELWEST
Derket holê ku Almanya û Fransayê ji bo serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden, pêşniyareke hevkariyekê kirine.
Li gorî vê, herdû welatan ji Biden xwestiye ku “Peymana Trans-Atlantîkê” bihêz bikin.
Di nava xalên nû yên peymanê de hevkariya li dijî Îran û Tirkiyê heye.
Têkildarî mijarê, rojnameya Le Monde ya Fransî, Waşîngton Post a Amerîkî û Dî Welt a Almanî nivîseke hevbeş weşandin.
Di nivîsê de tê gotin, wezîrên karê derve yên Almanya û Fransayê Hayko Maas û Jan Îv Le Drîan xwestine di navbera Ewrûpa û Amerîkayê de peymana Trans-Atlantîkê were sazkirin.
Herdû wezîr ji serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden daxwaz dikin ku li dijî welatê dixwazin hevsengiyên li herêmê têk bibin, helwesteke hevkar were nîşandan.
Li gorî vê, bang li Amerîkayê tê kirin da ku li hemberî Îranê yek helwest were peydakirin. Eger Îran bernameya xwe ya nukleerî ji bilî armancê aştiyane bikar bîne, wê bersiva herdû aliyan yek be.
Almanya û Fransa her wiha heman helwestê li dijî destwerdanên Tirkiyê jî pêşniyar dikin.
Li ser vê mijarê, ev daxwaza ji Joe Biden tê kirin:
Dewleta Tirk li Rojhilatê Derya Spî û hin deverên din rê li ber pirsgirêkên mezin vedike. Lazime Ewrûpa û Amerîka li dijî tevgera Tirkiyê bibin xwedî yek helwest.