Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Derwêş Ferho: Pêwendiyên Yekîtiya Ewrûpa û Tirkiyê 14.01.2021

 

DERWÊŞ FERHO / RONAHÎ
PÊWENDIYÊN YEKÎTIYA EWRÛPA Û TIRKIYÊ

Di civîna dawî ya rayedarên Yekîtiya Ewrûpayê de yek ji xalên giring peywendiyên YE û Tirkiyê bû. Her du alî bi awayekî ciddî li ser vê civînê rawestiyabûn. Endamên çend fraksiyonên cûda beriya civînê bang li hikûmet û rayedarên Ewrûpî kirin ku tedbîrên darîçav li hember Tirkiyê bigrin. Lê xuya kir ku aliyê piştgirên Tirkiyê berê biryaê dane. Ne bi dilê Tirkiyê be jî durûtî ji encamê diherike.

Her roja diçe dewleta Tirk ji soz û prensîbên esasî yên YE dûr dikeve. Sedem pirr bûn ku YE tedbîrên dijwar bigre. Lê di serî de Merkel Xanim, çend hêzên siyasî derî li ber tedbîrên ciddî girtin.
Hêvî ew bû ku sanksiyonên aborî werin biryarkirin. Rawestandina prosesa endametiya YE ji ber ku Tirkiyê yek gaveke ber bi demokrasiyê neavêtiye. Rawestandina firotina çekên şerr (silahên giran û sivik). Hêvî ew bû ku di serî de Fransa, Îtalya, Yunanîstan û dewletên skandînavya pêşengiya biryareke weha bikin. Lê Îtalya, Spanya û çend dewletên din destê xwe dan Almanya û ketin pêş vê daxwazê. Ev dewlet bi tu awayî alîgirê tedbîrên neyênî û dijwar nebûn. Ji xwe rayedarên Turkiyê jî li hêviya vê yekê bûn. Û ji bo dewama alîkariya sed mîlyonên belaş werin ku di şerrê xwe yê qirêj de li hember Kurdan bikar bîne. Penaberên bi hezar belayî xwe gihandine Turkyê jî li çara serê xwe bigerin.

Sedema ku birayrek dijwar hember Turkiyê nehatiye stendin peywendiyên wan yên aborî ne. Li gor agahdariyên International Peace Institute in Stockholm, îtalya û Spanya di navbera 2015 û 2019 de 43 % çek firotine Turkiyê. Firotina çekên Alman jî reqemeke pirr mezin e. Eger em exporta Almanya ber bi Turkiyê jî bikin ser de ewê reqem gelekî mezintir bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv