Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Zindî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî Olî

Peyamên rêxistinên Kurd ji bo cejna Remezanê

 

Bi boneya Cejna Remezanê, Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê, KNK’ê, KODAR û CÎK’ê peyamên pîrozbahiyê weşandin.

Di peyaman de Cejna Remezanê li gelê kurdistanê û alema îslamî hat pîrozkirin.

Herwiha banga li kurdan hat kirin ku yekîtiya neteweyî xurt bikin, û têkoşîna xwe li dijî dagirkeran geş bikin.

KCK’Ê CEJN LI GELÊ KURDISTANÊ Û ALEMA ÎSLAMÎ PÎROZ KIR

Bi boneya Cejna Remezanê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi peyamekê Cejna Remezanê li gelê kurdistanê û alema îslamî pîroz kir.

KCK’ê di peyama xwe de îşaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî kir, û bang li Kurdan kir fitneya dewleta Tirk a dagirker dixwaze têxe nav wan xira bikin û têkoşînê geş bikin.

Di dewama peyama xwe de KCK’ê ev bang kir:

Di serî de gelên me yên Misilman ên Rojhilata Navîn em bang li hemû gelan dikin ku bi bîreweriyeke demokratîk û baweriya hevkar li dijî faşîstên dijminê mirovahiyê ên olê bi kar tînin têkoşînê geş bikin.

KNK’Ê CEJIN PÎROZ KIR Û XWEST BIBE WESÎLEYA AŞTÎ Û ARAMIYÊ

Konseya Rêveber a KNK’ê jî bi peyamekê cejna remezanê li alema îslamî û gelê Kurd pîroz kir.

KNK’ê di peyama xwe de bal kişand ser têkoşîna gelê kurd û wiha got:

Dijminên gelê kurd ranawestin û êrîşên xwe berdewam dikin. Li hember êrîşên dagirkeran, şerê azadîyê û berxwedana gelê me berdewam e. Êdî nema gelê me bindestiyê qebûl dike.

KODAR: CEJNA REMEZANÊ BIKIN CEJNA AZADIYA CIVAKÊ

Komîteya Ol û Baweriyan a Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR’ê jî Cejna Remezanê li hemû Misilmanên cîhanê û bi taybetî li gelê Kurd pîroz kir.

KODAR’ê di peyama xwe de got ew hêvî dikin Cejna remezanê bibe wesîleya pêkanîna aştî û aramiyê û bingehê azadiya civakê.

CIVAKA ÎSLAMÎ YA KURDISTANÊ PEYAMA PÎROZBAHIYÊ WEŞAND

Civaka Îslamî ya Kurdistanê jî Cejna Remezanê li tevahî alema îslamî pîroz kir.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê bal kişand ser zilm û zordariya li ser Kurdistanê û got:

Dewletên xwedêgiravî Misilman in zilmê li gelê Kurd ê mezlûm dikin. Milliyetgiriya Ereb, Fars û Tirk Îslam ji xwe re kirine qalikek û ola Îslamê hêsîr girtine.

Ev jî hatin dîtin

Murat Karayilan2

Stêrk Tv

Murat Karayilan:1’ê Hezîranê pêngava duyemîn a 15’ê Tebaxê ye

Stêrk Tv

Karayilan: Tişta ku civaka Kurd li ser piyan dihêle hêza jin e

Stêrk Tv

Meral Daniş Beştaş: Li dijî qanûna AKP ya zewaca tecawizkaran emê xebateke berfireh pêş bixin

Stêrk Tv

Qanûna AKP a tecwazkraên zarokên xelat dike

Stêrk Tv

Tirkiyê av weke çek li dijî welatên derdor bikar tîne

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!