Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Peymana îradeya gelê Şengalê bin pê dike li Fransa û Ermenistanê bi çalakiyan hat şermezar kirin 01.12.2020

 

PEYMANA ÎRADEYA GELÊ ŞENGALÊ BIN PÊ DIKE
LI FRANSA Û ERMENISTANÊ BI ÇALAKIYAN VE HAT ŞERMEZAR KIRIN

Nerazîbûnên li dijî peymana di navbera hikûmeta Bexda-PDK’ê de ya li ser Şengalê bê navber dewam dikin.

Saziyên Êzidî yên li paytexta Ermenistan Êrîvanê li mala Gel bi daxuyaniyekê ev peyman protesto kirin.

Li ser navê saziyên Êzidî Hevserokê Kurdistan Komîte Silo Dirboyan daxuyanî da.

Dirboyan bi banga ku divê hemû rêxistin û saziyên Kurdistanî destekê bide Şengalê dest bi axaftina xwe kir û got

Êzidiyên li gundê Araksî ya navçeya Oktoberyan a Ermenistanê li ser heman mijarê kom bûn.

Daxuyanî ji aliyê endamê Kurdistan Komîte û Nûnerê Meclîsa Gel a Oktoberyanê Mîlo Kalaşyan ve hate dayin.

Kalaşyan diyar kir ku vê peymanê amadekariyê fermanek nû ye û got;

Aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger jî bi heman rovejê li Fransayê kona bonliya Vîllîers Le Bel a Parîsê meşiyan.

Ciwanan li pêşiya gara trenê ya Vîllîers Le Belê dest bi meşê kir.

Ciwanan bi dirûşman peymana îradeya gelê şengalê binpêdike protesto kirin.

Ciwanan bibîr xist ku biryarên derveyî îradeya civaka Êzidî nayê qebûlkirin û diyar kirin ku heta peyman betal nebe wê di nava çalakiyan de bin.

Ciwanên Kurd û dostên xwe li Qada Belle de Maî ya bajarê Marsîlya ya Fransayê jî li qada bûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv