Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Peymana veşartî ya PDK û Bexdayê îmze kirin 11.10.2020

 

PEYMANA VEŞARTÎ YA PDK Û BEXDAYÊ ÎMZE KIRIN
JI BER HIN MIJARÊN METIRSÎDAR, NAVEROKA PEYMANÊ NEHATIYE PARVEKIRIN

Lîjneya Parlamentoya Herêmê Kurdistanê li ser mijara maddeya 140 ya herêmên rewşa wan ne diyar e bi Wezîrê Karê Hindir û 3 wezîrên din yên hikumeta Herêmê re civiya.

Piştî civînê Wezîrê Karê Hindir Rêber Ehmed ragihand ku parlamentoyê piştgiriya peymana Şengalê kiriye.

Piştî daxuyaniya wezîr, parlamentoya Herêma Kurdistanê jî li ser heman mijarê daxuyaniyek belavkir.

Parlamentoyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku parlamentoyê piştgiriya peymana PDK û Bexdayê ragihandiye.

Lê parlamenterên tevlî civînê bûne vê yekê red dikin.

Endama lîjneya parlamentoyê ya fraksiyona Tevgera Goran Şîrîn Emîn li ser mijarê daxuyanike da got:

Me daxwaz ji Wezîrê Karê Hindir kir da ku li ser paymanê agahiyek zelal bide me û ji ber çi xelkê Şengal di vê lihevkirinê de ne amade bûn eşkere bike.

Ji ber çi ev peyman Şengalê tenê digre nav xwe. Çima Kerkûk û herêmên din jî tê de cîh nagrin?

ji ber ku ev peyman di navbera PDK û Bexdayê de çêbûye em li ser van mijaran ne xwedî agahî ne.”

Şîrîn Emîn diyar kir ku li ser peymanê agahî bi wan re nehatine parvekirin û got;

“Wezîrê Karê Hindir bi hêceta hinek madeyên peymanê hene ku metirsiyê li ser ewlekariya herêmê û bandorê li silametiya peymanê bike hene. ji ber vê jî ew nikarin naveroka peymanên niha eşkere bikin.”

Endamekî din yê lîjneya parlamentoyê ya fraksiyona YNK’ê Mela Nasir jî li ser heman mijarê ji ajansa Rojnews re axivî û got;

“Ev peyman ji hêla PDK’ê ve bi Bexdayê re hatiye îmzekirin. Aliyên din bi taybetî jî YNK, tevlî vê lihevkirinê nehatiye kirin. Hayê kesî ji naveroka wê nîne. Lewma ev peyman bi ser nakeve û nagihêje armanca xwe.”

Parlamenterê serbixwe û endamê heman lijneyê Sîrwan Baban jî li ser mijarê axivî û got: “Ji bo wezareta karê hindir agahiyên li ser mijarê parve bike hatibû parlementoyê. Di civînê de piştgirî ji bo peymanê çênebûye.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv