Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
17:00 NûçeNûçeyên Dawî

Pîlana Îsraîl û DYA li ser Rojhilata Navîn

 

Doh Serokê Amerîkayê Donald Trump plana xwqe a binavê “Aştiya Rojhilata Navîn” eşkere kir..

Lê ji nihave tê gotin, şensê serkeftinê vê planê pir kêm e..

Lewma aliyê wê ê serke Filîstîn bi hemê hêzên xwe li dijî e..

Trump li gel Serowezîrê Îsraîlê Bînyamîn Netanyahu doh plana xwe li Waşîngton eşkere kir..

Çend xalên sereke yên plana Trump wihan e:

Îsraîl wê were parastin û destûr neyê dayîn ku serdemên tarî yên dîrokê dubare bibin.

Bi çareseriya rasteqîn a bi rengê du dewletan wê gefa Filistînê ya li ser ewlekariya Îsraîlê kêm bibe.

Di nava şertên avakirina dewleta Filistînê de redkirina terorê heye.

Qûds bi giştî weke navendeke parçenebûyî wê paytexta Îsraîlê be.

Ev nexşe wê Filistînê bihêz bike. Qûds a Rojhilat wê paytexta wê be û Amerîka li wir wê sefaretxaneya xwe veke.

Rêveberiya Îsraîlê ji niha ve amadeye ku pêdiviyên planê bicih bîne û cara pêşî ragihand ku ew amadeya li ser mijara axê lihevhatinekê pêk bîne.

Serokê Amerîkayê îdîa kir ku plan wî ji bo gelê Filîstînê şensê dawî ye û wiha got:

Divê serokê rêveberiya Filîstînê Mahmûd Abbas bersiveke erênî bide planê. Eger Filîstîn biryara bide ku ji tûndî û terorê dûr bikeve, wê Amerîka û gelek welatên din alîkariyê xwe zêde bikin.

Ev jî hatin dîtin

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv