PÎLANA ÊRIŞA LI DIJÎ ROJAVA Û ŞENGALÊ
GELO DEWLETA TIRK WÊ BIDEN TEST BIKE?
Ajansa Nûçeyan a Hawarê bixwespartina hin çavkaniyên leşkerî, ragihandibû ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Şengalê û Rojavayê Kurdistanê amadekariya êrişeke berfireh dike.
Rojnamevan Ersîn Çaksû di nûçe-analîzeke ANF’ê de bal kişand ser vê pîlana navneteweyî.
Di nûçe-analîzê de tê destnîşankirin, ku li milekî vê pîlanî Bexda-Hewlêr, li milê din jî Moskow-Şam hene.
Bi taybetî bal tê kişandin ser çûyîna Wezîrê Parastinê yê dagirkeriya Tirk Hulûsî Akar bo Bexda û Hewlêrê.
Tê destnîşankirin, ku piştî hevdîtinên li Bexda û Hewlêrê şefê rêjîma faşîst Erdogan gefa dagirkirina Şengalê xwariye.
Piştî gefên Erdogan, Mistefa Kazimî doh daxuyaniyek da û wiha got:
Tirkiye amade ye, bi dayîna 5 milyar dolaran destekê bide Iraqê.
Ajansa Nûçeyan a Firatê jî xwe gihand çavkaniyên ewlekariyê yên Bakur-Rojhilatê Sûrî û ev agahî parve kir.
Dewleta Tirk timî amadekariya êrişeke li dijî herêmê dike. Agahiya amadekariya êrişa li dijî Şengal û Dêrikê jî raste.
Dîsa hin çavkaniyên dîplomatîk jî dibêjin, îhtîmala hin êrişên lokal an go di asta herêmî de heye.
Di nûçe-analîza ANF’ê de tê destnîşankirin, ku dewleta Tirk hewl dide lîstika xwe ya şantaja dualî di navbera DYA û Rûsyayê de bidomîne, ku ji 2016’an ve kiriye dewrê.
Di vî warî de çûyîna şefê îstîxbarata Tirk-MÎTê Hakan Fîdan bo Şamê, hewldana dîtina rêyekê ji bo dagirkirina Eyn Îsa li Moskowê tên bibîrxistin.
Komkujiya li Şehbayê li dijî Efrîniyan, provokasyona li Qamişlo bi destê çeteyên Dîfa Wetenî yên bi ser hukûmeta Şamê ve weke mînak tên destnîşankirin.
Di dawiya nûçe-Analîzê de ev pirs tê kirin:
Gelo dewleta Tirk a dagirker bi vê êrişa xwe wê Rêveberiya nû ya Amerîkayê test bike?
Û wiha tê gotin:
Lê dewleta Tirk wê vê testê ji bo xwe jî bike, ka wê li ser xeta Washington-Bexda-Hewlêr bimîne, an wê li ser xeta Moskow-Şamê?