Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pîlana tesfiyekirina PKK`Ê 09.09.2020

 

“PÎLANA TASFIYEKIRINA PKK’Ê”
DEWLETA TIRK DAXUYANIYAN DIDE, PDK NE ERÊ DIKE Û NE JÎ RED DIKE

Dewleta Tirk her roj derheqê hevkariya xwe ya bi PDK’ê re daxuyaniyan dide.

Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk Mevlut Çavuşoglu di dema serdana Nêçîrvan Barzanî de gotibû, “em derheqê têkoşîna hevpar a li dijî PKK’ê de axivîn.”

Çavûşoglu doh dîsa heman daxuyanî da û got, hedefa PKK’ê bi destxistina desthilatdariya Başûrê Kurdistanê ye.

Me û Nêçîrvan Barzanî nîqaş kir, ka emê li hemberî vê çi bikin.

Ya balkêş ew e, heta niha PDK’ê van agahiyên Çavûşoglu dide ne red kiriye û ne jî erê kiriye.

4’ê Îlonê Serokê Herêma Kurdistanê û alîkarê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî, tevî heyeteke endamên wê tenê ji PDK’yiyan pêk tê çûbû paytexta Tirkiyê Enqerê.

Vê heyetê pêşî li gel Wezîrê Karê Derve yê Dewleta Tirk Mevlut Çavûşoglu û paşê li gel şefê faşîst ê dagirkeriya Tirk Tayîp Erdogan hevdîtin kirin.

Li ser hevdîtinan ji aliyê dewleta Tirk ve hat gotin “me têkoşîna hevpar a li dijî PKK’ê nîqaş kir.”

Lê ji aliyê PDK’ê ve tenê alîkariya ku wê dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bike hat ragihandin.

Yanî PDK’ê daxuyaniya “me têkoşîna hevpar a li dijî PKK”ê nîqaş kir” ne erê kir û ne jî red kir.

Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk Mevlût Çavûşoglu 8’ê Îlonê dîsa derheqê vê hevdîtinê de axivî.

Çavûşoglu li ser navê desthilatdariya Başûrê Kurdistanê got, rêveberiya herêmî timî aniye ziman, ku PKK’ê zilm li birayên me yên Kurd kirine.

Wezîrê dagirkeriya Tirk her wiha got, hedefa PKK’ê bidestxistina rêveberiya Erbîlê an go Hewlêrê ye.

Wezîrê dagirkeriya Tirk bi vî rengî bi awayekî eşkere anî ziman, ku “di hedefa wan de dagirkirina tevahiya Başûrê Kurdistanê heye.”

Mevlût Çavûşoglu careke din dubare anî ziman, ku wan û Nêçîrvan Barzanî têkoşîna hevpar a li dijî PKK’ê nîqaş kiriye.

Heta niha PDK’ê têkildarî vê daxuyaniya dewleta Tirk ti bersiv nedaye.

Li hemberî van îdîayên “hevkariya PDK û dewleta Tirk a li dijî PKK’ê” heta niha jî bêdeng e… Ne erê kiriye û ne jî red kiriye.

Lê di nava raya giştî ya Kurdistanê de tê zanîn, ku bêdengiya li hemberî bûyerên bi vî rengî tê maneya erêkirinê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv