PÎRÊ ÊZIDÎ BANG LI PDK’Ê KIR:
DEV JI HEVKARIYA BI DEWLETA TIRK RE BERDE
Êzidî bi hemû pêkhateyên xwe ve li dijî peymana di navbeyna PDK, dewleta Tirk û Bexdayê derdikevin.
Û vê peymanê wek ne-naskirina îrade û statûya Şengalê bi nav dikin.
Li ser mijarê pîrê Êzidî Xwedê Necîde ji ajansa nûçeyan a ANF’ê re axivî.
Pîr Xwedê Necîde di axaftina xwe de van hewldanên PDK’ê wek îxanetê bi nav dike..
Û bang li kesên ku di nava vê peymana qirêj cih digirin kir ku paş de gav bavêjin.