Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pirsa ‘Gulistan Doku li ku ye’ êdî bû ‘We çi bi Gulistan Doku kir?’ 05.01.2021

 

EV SALEK E GULISTAN HATIYE WINDAKIRIN
PIRSA “GULISTAN DOKU LI KU YE?” ÊDÎ BÛ “WE ÇI BI GULISTAN DOKU KIR?”

Li Dersimê Platforma Jinan li qada Seyîd Riza bi çalakiyekê li aqûbeta Gulistan Doku pirsî.

Daxuyanî ji aliyê Damla Çinar ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Em jin îro ji vê qadê bi awayekî xurttir dipirsin;
Çi bi serê Gulistanê hat?

Çima hûn ji Zaynal Abarakov ditirsin?

Heta were dîtin, emê li aqûbeta Gulistanê bipirsin.

Parlementera HDP’ê Dersim Dag jî got, heta em dawî li polîtîkayên şerê taybet bînin, wê têkoşîna me bidome.

Çalakiya li Amedê jî ji aliyê Komîsyonên Ji Bo Gulistan Doku Edalet ve hat lidarxistin.

Tevî Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, parlementera HDPê Remzîye Tosûn, xwişka Gulistan Doku, Aygul Doku, aktivîstên TJA û endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan gelek jin beşdarî çalakiyê bûn.

Daxuyaniya giştî ji aliyê Ayşe Esmer ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de kuştin, revandin û tecawizkirina gelek jinan hat bibîrxistin û hat gotin, em kujeran nas dikin.

Xwişka Gulistanê, Aygul Doku jî bûyera hatî serê Gulistan weke şerma her kesî bi nav kir.

Aygul Doku têkildarî windakirina xwişka xwe agahî dan û got, kî ji dengê ji bo xwişka min derdikeve aciz be, têkiliya wî bi vê bûyerê re heye.

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî got, ji ber ku ji têkoşîna jinan ditirsin, zext û polîtîkayên xwe yên taybet zêde kirine.

Lê têkoşîna jinan nikarin biguherin û wê neyê guhertin.

Li Dîlok, Antalya, Edene û Hatayê jî bi çalakiyan jinan li aqûbeta Gulistan Doku pirsîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv