Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pirtûka Sosyolojiya Azadiyê ya Rêber Apo wê li 9 bajarên Almanyayê were danasîn 01.10.2020

 

FIKIR Û RAMANÊN RÊBER APO
PIRTÛKA SOSYOLOJIYA AZADIYÊ WÊ LI 9 BAJARÊN ALMANYAYÊ WERE DANASÎN

Sosyolojiya Azadiyê cîlda sêyemîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêber APO ye.

Ev pirtûk di meha Nîsanê de bi zimanê Almanî hatibû weşandin.

Ji bo xwendin, nîqaşkirin, nirxandin û têgehên di pirtûkê de wê li gelek bajarên Almanyayê danasîna wê pêk were.

Rêber Apo derheqê gelek pirsgirêkên civakî û çareseriyên wan de di pirtûk û parêznameyên xwe de nirxandinên ku roja me ya îro jî ronî dikin tîne ziman.

Di parêznameya xwe ya ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de balê dikşîne ser girîngiya parastina hevsengiya jiyanê.

Sosyolojiya Azadiyê ya ku cîlda sêyemîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk pêk tê beriya niha bi zimanê Almanî hatibû vegerandin.

Ji bo xwendin, nîqaşkirin, nirxandin û têgehên di pirtûkê de wê li gelek bajarên Almanyayê çalakiyên danasînê pêk bên.

Wergêrê pirtûkê û di heman demê de berdevkê Înîsîyatîfa Azadî ji Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re statû Reîmar Heîder jî wê tevlî danasînê bibe..

Danasîna destpêkê sibê li Hannoferê tê li darxistin.

Paşê jî wê li bajarên Berlîn, Braûnşvayg, Hambûrg, Magdebûrg, Halle, Laypzîg, Xemnîtz û Dresdenê were danasîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv