Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PJAK: Komara Kurdistanê ji bo demokrasiyê bereyê bingehîn bû 21.01.2021

 

SALVEGERA 75’AN A KOMARA KURDISTANÊ
PJAK: KOMARA KURDISTANÊ JI BO DEMOKRASIYÊ BEREYÊ BINGEHÎN BÛ

Di 22’yê Çileya 1946’an de, li Meydana Çarçira ya bajarê Mahabadê, Komara Kurdistanê hat damezrandin.

Komara Kurdistanê bi pêşengiya Qazî Mihemed de hat avakirin.

Di avakirina Komarê de li gel Qazî Mihemmed 13 wezîran cih girt.

Wezîrên Komarê piştî demekê destûra bingehîn ya Komarê eşkere kirin.

Di nava demek kurt de, li Mahamadê bingehê komarê hat xurtkirin.

Komara Kurdistanê di qada rewşenbîrî, siyaset û civakê de bû navendeke giring.

Li aliyê din dibin banê komarê de xebatên parastinê hatin kirin û artêş saz bû.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê bi minasebeta di salvegera 75’a damezirandina Komara Kurdistanê daxuyaniyek da.

PJAK’ê diyar kir ku Komara Kurdistanê bereyê bingehîn ê çanda demokrasiyê bû û ji dubendiyê dûr bû û ev nirxandin hat kirin:

Ji Komara Kurdistanê heta Xwerêveberiya Rojava çandek hate afirandin û bingehê rastiya me hate danîn.

Dibe ku li gorî dijmin temenê Komara Kurdistanê kurt be, lê tişta ku hate rûxandin, pêkhateyek bû, ne çandek bû.

Di sîstema xwerêveberiyê de ev yek hat îspatkirin ku temenê Komara Kurdistanê dirêj e.

Em salvegera 75’an a Komara Kurdistanê pîroz dikin.

Em ê bi hemû hêza xwe ji bo vejandina vê çandê têbikoşin.

Em bang li hemû alî û partiyên siyasî û kesayetên civakî dikin ku ji bo yekîtiya neteweyî û lidarxistina kongreya netewî li ser bingehê nirxê netewa me têbikoşin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv