Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

PKK’ê bi daxuyaniyekê Dewleta Tirk li ser şewata li Îmraliyê hişiyar kir

Derbarê şewata li Îmraliyê PKK’ê got,”Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê, ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê û azadkirina Kurdistanê em hêza xwe bikin yek û berxwedana şoreşger-demokratîk li her derê geş bikin!”

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha ye:

“Em di rojên wiha yên pir girîng ên dîrokî de ne ku pergala faşîst-qirker êrîşa şerê taybet a giştî aniye asta herî bilind û li dijî vê jî berxwedana şerê şoreşgerî yê gel ê giştî li her qadê geş dibe. Şerê DYE û Îranê bandora xwe li ser hemû herêmê û cîhanê dike.

Tê dîtin ku şerê Idlibê yê birayên dijmin ên salên dawî yê di navbeyna TC’ê û Rûsyayê de giran dibe û dewleta TC’ê têkçûneke giran dijî. Ji bo ku pîrozbahiya 8’ê Adarê ya herî watedar a dîrokê were pîrozkirin start hatiye dayîn, gelê me ji bo cejna azadiyê Newrozê pîroz bike dest bi haziriyan kiriye.

DAXUYANIYA TC’Ê YA LI SER ŞEWATA ÎMRALIYÊ FIKAR ZÊDE KIRIN

Tam di rewşeke wiha de şefê şerê taybet ê Tirk Suleyman Soylu, 27’ê Sibatê di bernameyeke TV’yê de agahiya ”li Imraliyê şewat derket” bi raya giştî re hate parvekirin. Piştî ku li dijî vê daxuyaniya bi şêwazeke bêcidî gelê Kurd û dostên wan  helwesteke tund nîşan dan, vê carê Walîtiya Bûrsayê bi serê zimên got, ”şewat hatiye kontrolkirin”.

Li gel ku 3 roj di ser re derbas bûne jî û van 3 rojan li gel ku li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt gelê Kurd û hêzên şoreşger-demokartîk li kuçeyan protestoyan dikin jî, rayedarên TC’ê ti daxuyaniyeke dî nedane. Rêveberiya AKP’ê bersiv nedaya banga gelê Kurd û dostên wan ku dibêjin,

”Bila parêzer biine girava Imraliyê û aahiyên têrker bidin raya giştî”. Ev jî bûye sedem ku fikar zêdetir bibin.”

Heke ne lîstikeke şerê psîkolojîk ê taybet ê basîd be, diyar e ku li girava Imralyê bûyerên nû hene. Zexta li ser Rêber Abdullah Ocalan ku li Imraliyê rehîn e û hevrêyên wî yên din zext têne zêdekirin.

Faşîzma AKP-MHP’ê ku li bara berxwedana gelê Kurd bêgav mane û li Idlibê têk diçin, dixwaze hêrsa xwe ji Imraliyê derxînin. Naxwe li nîvê zivistanê li giraveke biçûk a di nav deryayê de derketina şewatê û bi rengekî sivik vegotina wê ya ji raya giştî re nayê fêhmkirin.

Ev rewş nîşan dide ku ewlehiya Rêber Abdullah Ocalan ku li Imraliyê rehîn e û hevrêyên dî yên din di talokeyê de ye. Ev jî nîşan dide ku têkoşîna me ya li dijî pergala tecrîdê ya Imraliyê çendî watedar e. Bi vê çarçoweyê derketiye holê, heta ku Rêber Abdullah Ocalan nebe xwedî şertên jiyan û xebata azad, problemên tendiristiyê û ewlehiyê wê çareser nebe.

JI HER RÛDANA LI ÎMRALIYÊ DEWETA TC’Ê Û HÊZÊN BI PÊŞENGIYA DYE’YÊ BERPIRS IN

Baş pê tê zanîn ku Imralî ne giraveke jirêzê ye. Rêber Abdullah Ocalan, temsîla vîna azad a Kurdan, hemû gelan û yên çewisandiyan, li vir bi rengê rehîneyê siyasî tê girtin. Ji ber vê li vir bûyereke sirûştî nabe. Çi tiştê li vir dibin xwedî wateyeke îdeolojîk û siyasî ye.

Ji ber vê jî, şewata ku tê gotin li vir derketiye jî xwedî wateyeke îdeolojîk û siyasî ye û ti nîqaş li ser vê nabe. Her wiha pergala rehîneya siyasî ya navborî ne tenê ya dewleta TC’ê ye, ev pergal ji hêla pergala modernîteya kapîtalîst bi pêşengiya DYE’yê hatiye avakirin.

Ji ber vê, ji her tiştên ku li Imraliyê rûdide, li gel dewleta TC’ê, hêzên bi pêşengiya DYE’yê jî berpirs in. Nexasim Konseya Ewropayê û sazî û dezgehên biser wê ve, yên mîna CPT’yê.

HESABÊ HER CURE NEQENCIYÊ WÊ JÊ BÊHTIR WERE XWESTIN

Em Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, gelê Kurd û hêzên şoreşger û demokratîk careke dî li vir radigihînin, ji hemû rûdanên li Imraliyê yên ku hatine jiyîn û wê werin jiyîn dewleta TC’ê, desthilata AKP-MHP’ê û pergala bi pêşengiya DYE’ê berpirs dibînin.

 

Divê were zanîn hesabê her neqenciyê, weke heta niha bûyî, ji niha û pê ve jî zêdetir wê were pirsîn. Qenciya ku tê kirin wê li wan nemîne. Destên ku dirêjî Rêber Apo û girtiyên şoreşger bûne bi mîsogerî wê werin şikandin.

Çespandina vê ya herî zelal rûdanên van sê rojên dawî ne. Çawa ku hate bihîstin li Imraliyê şewat derketiye, bi milyonan mirov rabûne ser xwe, li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt gelê Kurd û hêzên şoreşger-demokrat kuçe tije kirine.

Bi milyonan mirovên ku bi pêşengiya jin û ciwanan derketine holê, xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derketine, qîma xwe bi gotinên sivik ên rayedarên TC’ê neanîne û xwestine ku parêzer biçine Imraliyê û agahdariyên hewce bikin.

Ragihandine heta ku agahdarkirineke wiha berbiçav nebe wê meydanan û kuçeyan bernedin. Hemû hêzên şoreşger û demokratîk, li ser mijara ku wê hesabê neqenciyên ku hatine kirin, dengê xwe li pêwendîdaran kirine.

LI DIJÎ TECRÎD Û FAŞÎZMÊ BI RENGEKÎ BÊNAVBER TÊBIKOŞIN!

Beriya her tiştî em bi milyonan mirovên ji bo xwedîderketina li Rêber Apo daketine qadan silav dikin. Ji niha ve em 8’ê Adarê li jinên ku têkoşîna azadî û wekheviyê dimeşînin pîroz dikin. Cejna Azadiyê ya Newrozê li gelê xwe û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.

Em hêvîdar in ku 8’ê Adarê û Newroz ji her demê bêhtir bibe pêvajoya xwedîderketina li Rêber Apo û yekbûna bi Rêbertî re.

Em di wê baweriyê de ne ku gelê me, jin û ciwan, hêzên şoreşger û demokratîk ên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, heta k malbat û parêzer neçin Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê nekin wê ji qadan neçin.

Em bang li gelê xwe û hêzên demokratîk û şoreşger dikin ku li dijî tecrîd û faşîzmê, heta afirandina şert û mercên kar û jiyaneke azad a Rêber Abdullah Ocalan bi rengekî bênavber têbikoşin!

Bêguman ev banga me beriya her kesî li gelên Tirkiyeyê û hêzên şoreşger-demokratîk e. Rewşa dawî ya li Idlibê diqewime nîşanî her kesî dide ku zîhniyet û siyaseta dijminatiyê li Kurdan dike bi çi rengî têk diçe. Bêguman gelên Tirkiyeyê, jin, ciwan, rewşenbîr û kedkarên Tirkiyeyê berdêla vê rewşê didin. Û pêwendiya vê rewşê yekser bi hebûna sîstema tecrîd û êşkenceyê ve heye.

Em baş zanin ku mirovên Tirkiyeyê ne hêjayî vê rewşa ku lê tê ferzkirin. Mafê wan ew e ku li vê xaka bedew bi rengekî azad, demokratîk û bi biratiyê bijî.

Ev yek jî bi têkoşînê dibe, beriya her tiştî bi têkoşîna li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê dibe. Faşîzm ku çavkaniya her şêwyeê nebaşiyê ye, bi têkoşîneke bi vî rengî wê hilweşe, li ser bingeha parçekirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê wê Tirkiye azad û demokratîk bibe.

Gel û dostên me bila baş zanibin ku li dijî Rêber Apo, lewma li dijî me hemûyan û paşeroja me ya azad û demokratîk gefeke mezin a faşîst-qirker heye.

Faşîzma AKP-MHP’ê di sala bîst û dudiyan a komployê de xwe hîn bêhtir li polîtîkayên şantaj û dîlgirtinê girtiye û bi vî rengî hewl dide li ser piyan bimîne.

Lê belê parçebûna navxweyî, tecrîdbûna ji girseyan û têkçûna li şerê li Sûriye û Lîbyayê nîşan dide ku faşîzma AKP-MHP’ê bi rengekî mezin hildiweşe.

Ji bo xwe ji hilweşînê rizgar bike hîn bêhtir êrişkar bûye û bi lîstikên şerê taybet tevdigere. Lê belê li pêşberî têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê ya bi bandor û hevgirtî, wê nikaribe li ser piyan bimîne û temenê xwe dirêj bike. Her tişt bi têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê ve girgêdayî ye.

Wê demê ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê, ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê û azadkirina Kurdistanê em hêza xwe bikin yek û berxwedana şoreşger-demokratîk li her derê geş bikin!”

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

7.00 Sterka Sibe 26.01.2022

Stêrk Tv

Rêber Apo: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Stêrk Tv

Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike

Stêrk Tv

لە هۆڵەندا ئاهەنگی کلتوری و هونەری کوردی ناونەتەوەیی بەڕێوەچوو

Stêrk Tv

18:45 Cenga Xabûr – Bager Başkale 22.09.2021

Stêrk Tv