Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PKK’ê helwesta ÎCOR’ê silav kir 22.01.2021

 

PKK’Ê HELWESTA ÎCOR’Ê SILAV KIR
ICOR’Ê BANG LI PDK’Ê KIR KU HEVKARIYA ERDOGAN NEKE

Ji 28 welatan 31 rêxistinên çepgir, sosyalîst û komunîst nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re dabûn û diyar kiribûn ku PDK xiyanetê li daxwazên gelê Kurd ên ji bo azadiyê û çarenûsa xwe dike.

Ev partiyên ku di bin siwana ICOR’ê de xwe bi rêxistin kirine bi eşkereyî gotibûn:

PDK bi hevkariya MÎT’a Tirk ji bo dewleta Tirk a faşîst amadekariya bingeha şerekî dagirkeriyê yê li dijî tevgera azadiyê ya Kurd dike.

ICOR’ê di daxuyaniya xwe de bang li PDK’ê jî kiribû û gotibû:

Em bang li PDK’ê dikin ku dawî bi hevkariya dewleta Tirk a faşîst re bîne û dev ji amadekariya şer ber de.

Li dijî her cûre êrişên li ser şervanên azadiyê û gelê Kurd ên li her devera Kurdistanê em bang li mirovên azadîparêz ên li cîhanê dikin ku bikevin nava liv û tevgerê!

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê bi daxuyaniyekê helwesta ICOR’ê silav kir.

Em piştevaniya partiyên ku di bin sîwana ICOR’ê de li hev kom bûne silav dikin.

Di daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê de ev detay derketin pêş.

Komploya ku li dijî Rêber Apo hate kirin, niha dixwazin nû bikin û Tevgera me ya Azadiyê tasfiye bikin.

Yê ku vê êrişê ferz dike beriya her tiştî dewleta Tirk e.

Bêguman komplo û planeke wiha ya tasfiyeyê wê zerarê bide Kurdan hemûyan.

Ji xwe gelek rêxistinên Kurdan dîtin ku êrişa li dijî PKK’ê wê zerarê bigihîne Kurdan hemûyan û li ber vê polîtîkayê radibin.

Lewma rabûna hêzên demokratîk şoreşger ên di bin sîwana ICOR’ê de li ber êrişa li dijî tevgera me, helwesteke gelekî girîng a demokratîk şoreşger e.

Helwesta ICOR’ê, ji bo me, her wiha ji bo yekîtiya nava Kurdan û xurtkirina têkoşîna hevpar û piştevaniya navbera tevgerên şoreşger girîng e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv