Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Plana Îsraîlê ya dagirkirina Roajvayê Filistînê

 

Îsraîl hewl dide di van rojan de, plana îlhaqkirina ji sedî 30’ê herêma Rojavayê Filîstînê bicih bîne..

Li hemberî vê, nerazîbûnên Filîstîniyan jî zêde dibin..

Bi hezaran kesên li bajarê Xezayê daketin meydanan peyam dan ku ew ê rê nedin vê planê..

Fransa, Îngilîstan û Vatîkanê jî dûbare plan weke binpêkirina qanûnên navneteweyî binav kirin..

Li gel nerazîbûna gelê Filîstînê û hişyariyên welatên cîhanî jî Îsral dixwaze plana xwe ya têkildarî herêma Rojavayê Filîstînê pêk bîne..

Hukûmeta Îsraîlê ku vê planê weke mijara serweriya xwe binav dike dixwaze ji sedî 30yê herêma Rojava weke beşeke fermî ji axa xwe ragihîne..

Gelê Filîstînê ku ji destpêkê ve plan weke dagirkirinê dibîne, bênavber di nava livûtevgerê de ye..

Li bajarê Xezayê bi pêşengiya Tevgera El Fetîhê xwepêşandanek pêk hat û bi hezaran kes beşdar bûn..

Ji rêveberên El Fetîhê Mihemed Rebî peyam da ku Filîstîn bi gel û tevgerên xwe wê ti carî rê nede dagirkirina herêma Rojava..

Di vê navberê de welatên Ewrûpayê ku heta niha tenê bi gotinan li dijî hewldana Îsraîlê derketine, careke din ev helwesta xwe dûbare kirin..

Wezareta Karê Derve a Firansayê plana Îsraîlê weke binpêkirina qanûnên navneteweyî binav kir û hişyarî da eger plsn pêk were wê bibe sedemê encamên xerab..

Wezîrê Fransî Jan Yîv Lu Durian ragihand ku ew weke Fransa plana Îsraîlê qebûl nakin û wiha got:

Em li gel hevkarên xwe yên Ewrûpî di nava koordînasyonê de ne da ku pêşî li vê yekê were girtin..

Serokwezîrê Îngilîstanê Borîs Johnson jî bang li hukûmeta Îsraîlê kir da ku plana xwe betal bike û ev hişyarî dayê:

Divê Îsraîl zanibe ku plana îlhakirina herêma Rojava wê zerarê bide aramiyê…

Vatîkanê jî bi daxuyaniyekê diyar kir plana mijara gotinê wê dawî li aştiya navbera Îsraîl û Filîstiyan bîne..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv