Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Dadgeha Dewleta Tirk biryara girtinê derbarê 17 siyasetmedarên HDP’ê de da

 

Rêjîma AKP-MHP’ê  bi sedema Serhildana Kobanê de li dijî HDP’ê tevgera qirkirina siyasî dabû destpêkirin.

20 siyasetmedarên ku di çarçoveya “Serhildana Kobenê” de hatibûn binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin.

Dadgehê jî biryara girtina 17 siyasetmedaran da.

Piştî ku hevşaredarê Qersê hatin binçav kirin jî li şûnan jî îro qeyûm hatin bich kirin.

Rêjîma AKP-MHP’ê ji bo desteserkirina şaredariyê di 25’ê Îlonê de qirkirina siyasî li bajêr pêk anîn.

Di encamê de hevşaredar Ayhan Bîlgen kirin binçavan.

Piştî wê bi hefteyekê hevşaredar Şevîn Alaca, endamên meclisa şaredariyê û hevserokên HDP’ê jî di navê de bi dehan hilbijartiyên gel kirin binçavan.

Ji kesên hatin binçav kirin piranî hatin girtin.

Şaredariya Qersê jî hat dagirkirin.

Endam û rêveberên HDP’ê piştî biryara girtina siyasetmedaran li ber Edliya Enqerê daxuyaniyek dan.

Parlamenter a HDP’ê ya Edenê Tulay Hatimogûllari li vir axivi.

Tulay Hatimogullari diyarkir HDP’ê gel e,gel li her devere ye û got,

AKP ê şaredariyên ku HDP’ê bi dengê gel nikaribû bistîne bila bizanibê ku wê nikare be bi desteserkirine şaredariyan îradeya gel bişkine.

Me doh jî çokdananî em ê îro jî çokdanenin.

Piştî daxuyaniyê polîs êrişî koma ku parlementer jî di nav de ne kir.

Polîsên dewleta Trik heqaret û gef li kirin û Parlementera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyigit def dan

Polîs xwestin vekil û gel bikin binçavan.

Lê HDP’ê yî bi çepik û sloganan bersiv dan êrişan.

Ji bo şermezarkirina dagirkirina şaredariya Qersê parlementerên HDP’ê Dersîm Dag û Habip Eksîk jî di nav de gelek kes li ber şaredariya Qersê hatin cem hev.

Û xwestin daxuyaniyek bidin.

Lê polîsên dewleta Tirk girseya HDP’ê dorpeç kirin û nehiştin kes bikeve avahiya şaredariyê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv