JI NORMAN PEACH BANGA JI BO RÊBER APO:
“OCALAN JI BO ÇARESERIYÊ HÊZA HERÎ MEZIN A SIYASÎ YE”
Profesorê zanistên siyasî û hiqûqnas Norman Peach der barê Rêber Apo de ji ajansa Hawarê ANHA’yê re axivî.
Norman Paech di gelek platforman de dewa azadiya Rêber Apo kiriye û vê doza xwe hîn jî didomîne.
Norman Paech armanca komploya navnetewî di pirtûka ‘Diyalogên Avakirina Jiyana Azad’ de wiha rave kiriye: “Komplo bi armanca tesfiyekirina Ocalan pêk hat. Lê belê hedefa van hemûyan ji mirovekî bêhtir sembola têkoşînê bû!”
Norman Paech Rêber Apo weke rêberê sereke yê tevgera kurd e û ji bo proseya komployû ev nirxandin kir:
Komplo ji bo lewazkirina xweserî û naskirina nasnameya kurdan pêk hat. Ger DYA û Îsraîl û her wiha Almanya, Hollanda û Yûnanistanê nedana mafê penaberiyê bo Ocalan re destek nekirana, Tirkiyê nekarîbû Ocalan dîl bigirta.
Der barê tecrîda li Îmraliyê û hedefên dewleta tirk jî Norman Paech diyar kir ku dewleta Tirk nekarî armanca xwe ya îzolekirina rêber Abdullah Ocalan pêk bîne û got:
Şert û mercên ragirtina nemirovane ya li Îmraliyê ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û rayedarên Tirk ve divê careke din werin lêkolînkirin. Ocalan bi gelek pirtûk û nivîsên xwe, xwe gihand derveyî sînorên Tirkiyê jî û tecrîdkirina wî pêkanîneke dermirovî ye. Ne ku tenê di şert û mercên girtîgehê de guherînek çêbe, divê serbest were berdan.
Norman Peach bal kişand ser pêşengiya Rêber Apo ji bo çareseriyê jî û wiha axivî:
Abdullah Ocalan, li ser bingeheke wekhev dikare bibe kesê navendî ji bo dan û standina konsepta aştiyê. Nelson Mandela 27 salan li girava Roben asê ma, tecrîd bû û piştre bû serokê navdar ê Afrîkaya Başûr a azad û demokratîk. Divê Abdullah Ocalan di pêvajoyeke ew qas dirêj û dermirovî de neyê girtin. Niha jî dikare bibe hêza siyasî ya herî mezin a aştîxwaz û demokratîk a Tirkiyê.
Norman Paech der barê rejîma faşîst a tirk de jî ji ber şerê li dijî kurdan dimeşîne got:
Divê dewleta tirk ji ber sûcên xwe yên li dijî kurdan li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî were darizandin.