Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Provokasyonên PDK’ê li ser qadên gerîla 02.11.2020

 

PROVOKASYONÊN PDK’Ê LI SER QADÊN GERÎLA
DAXUYANIYA MESÛD BARZANÎ Û KIRINÊN PDK’Ê LI HERÊMÊ

Ne sirr û raz e ku PDK li tevahiya dîroka xwe bi dewleta Tirk re li dijî tevgerên Kurd tevdigere.

Ew ji bo ku tevgerên Kurd tasfiye bike hevkariyê dike, qadroyên lîder ên tevgerên Kurd tasfiye dike.

Niha bi dehan baregehên eskerên dagirker ên tirk di nav başûrê Kurdistanê de ye. Tevî baregehên MÎT’a Tirk ev hejmar zêdetirî 40’î ye.

Li gel vê rastiyê jî PDK’ê tu carî dewleta tirk weke hêzeke dagirker nedît.

Rola ne bixêr a PDK’ê li dijî Rojavayê Kurdistanê tê zanîn. Heta serkirdeyên PDK’ê vê şoreşa ku bi bedêla xwîna hezaran ciwanan bi pêş ketiye ji bo reş bikin jê re nabêjin şoreş jî.

Di dema DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, yên Şengal hiştin û reviyan hêzên PDK’ê bûn.

Yên Hewlêr vala kiribûn dîsa hêzên PDK’ê bûn.

Bi saya têkoşîna gerîlayên azadiya Kurdistanê xelkê Hewlêrê bi emiyet serê xwe danî ser balîfa xwe.

Ji bo vê berxwedana mezin a gerîla serkirdeyên PDK’ê bi xwe çûn Mexmûrê spasiya gerîla kirin.

Li aliyên din ji sala 2017’an ve ev tifaqa qirêj a dewleta tirk û PDK’ê êdî hewcehî pê nabîne ku xwe veşêre.

Di sala 2017’an de PDK’ê li herêma Bradost û Heftanînê bi rêya bicihkirina hêzên xwe pêşî li dagirkeriya tirk vekir.

Piştî PDK’ê dewleta tirk jî gelek leşker li girê Lêlikan, Evdilkovî û li gelek giran danî.

Piştî êrîşên li ser Bradost û Xakurkê nêzî bi salekê PDK bi eynî rengî qada Heftanînê jî ji dagirkeriya Tirk re vekir.

Tenê bi dagirkirinê re jî qîma xwe neanî. Weke salên beriya niha îstîxbarat da, pêşengî ji leşkerên Tirk re kir û ev derketiye holê.

Di çarçova vê hevkariya qirêj de di nîsana 2020’an îcar li Zînî Wertê PDK’ê heman lîstik xist dewrê.

Gerîlayên ji bo vê meselê nîqaşbikin çûn herêmê jî PDK’ê koordînata wan da dewleta tirk û bi balafiran gerîla hatin qetilkirin.

Di 15’ê hezîranê de dewleta tirk ji bo mexseda xwe ya dagirkirina temamiya başûrê Kurdistanê bibe serî dîsa êrişî Heftanînê kir.

Dewleta TC’ê her ku ji gerîla derbê xwar bi ser sîvîlan de bombe barand û bi sedem bi dehan welatiyên başûr jiyana xwe ji dest bidin.

Li geş hemû bangewaziyan jî heman PDK îcar li qada Garê dîsa bi şandina hêz dixwaze dor li Tevgera Azadiyê bigre.

Têkildarî vê xeterê destpêkê Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan hişyariyan kir û piştre xwest Mesût Barzanî helwesta xwe ya der barê mijarê eşkere bike.

Sazî û dezgehên demokratîk ên kurdistanî, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedarên kurd hemû ji PDK’ê xwestin ku vekişe.

Tevî vê jî PDK provokasyona xwe dewam kir. Serokê PDK’ê Mesut Barzanî jî xwe bêdeng kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv