Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Qanûna AKP a tecwazkraên zarokên xelat dike

 

GAV BI GAV HEWLDANÊN EFÛKIRINA TECAWIZKARAN
JIN, WÊ DESTÛRÊ NEDIN KU TECAWIZKARÊN ZAROKAN BÊN EFÛKIRIN

Partiya AKPê ji dema ku bûye desthilatdar, di nava hewldanên efûkirina tecawizkarên jin û zarokan de ye.

Ev hewldana AKPê sala 2004an destpê kir.

AKP dixweza zarokên mexdûrên tecawizê bi zewicandina tecawizkaran re careke din mexdûr bike.

Dijminê jinê AKP’ê qanûna tecawizê cara yekem sala 2004an dema rêziknameya nû amade kir, xist rojevê.

Tîrmeha sala 2009’an wezareta perwerdeyê bi guhertina tûzikê destûra “destgirkirina” xwendekarên seretayî û lîseyê da.

Sala 2012an bi pergala 4+4+4 perwerdeya honakî bi awayek fîlî ji holê rakirin û zarokên keç di bin navê perwerdeya olî de ji dibistanan şandin saziyên cuda.

Wezareta perwerdê sala 2012’an razanxane û pansiyonên ku dersên olî didin ji bin kontrola saziyan derxist û bi saziya diynetê ve girêdan.

Sala 2013’an di demeke ku li dibistanên şevînî û dibistanên ku ji aliyê weqif û cemaetan ve hatibûn vekirin pirsgirêkên tecawizê di rojvê de bûn.

Gulana 2015’an dadgeha bingehîn qanûna cezakirinê ya “bêyî zewaca ferîmî, mele û kesên ku zewaca olî dikin” ji holê rakir.

Ev jî weke “biryara pêşîlêvekirina zewaca zarokan û pirjiniyê” derbasî dîrokê bû.

Destûra bingihîn jî sala 2015’an bi betalkirina qanûnekê pêşiya “rizaya zarokan têkiliyên cînsî ji 15 salî daxstin, 12’an.

Gulana 2016’an komisyona pêşîlêgirtina veqetîna hevjînan a li meclîsê raporek amade kir.

Di rapora komisyonê de pêşneyara; zarokên ku bi tecawizkarên xwe re hatine zewicandin “ger 5 salan bê pirsgirêk bi hev re bijîn” werin berdan dihat xwestin.

Tîrmeha 2016’an jî dadgeha bingehîn madeya 103 ku destidirêjiya li zarokan tê sererastkirin biryara zarokê ku 15 saliya xwe tijî nekirine bi destdirêjiyê re rû bi rû tên sûc tê hesibandin” xira kir.

Sala 2017’an bi guhertina rêzîknameyê re, pênaseya gruba rayberiyê ya mamosteyên destdirêjiya zarokan derdixin holê guhertin.

23ê Gulana 2017’an partiya HDPê ji bo pêşîlêgirtina şîdet û tecawizkirina zarokan were lêkolîn kirin giştîname da meclîsê.

Lê wekîlên AKPê salona meclîsê terk kirin. 24ê Gulanê careke din giştîname pêkêşî meclîsê hat kirin, lê wekîlên AKPê hemûyan dengê na bikaranîn.

Di wan rojan de broşûrên Komeleya li dijî destdirêjiya Zarokan têdikoşe ên ku wê zarok çawa xwe ji destdirêjiyê biparêzin hatin komkirin. Dîsa bi hinceta OHALê destûr nedan ku komele rapora komeleyê a derbarê desdirêjiya li ser zarokên girtîgehan eşkere bike.

Tevî hemû nerazîbûnên civakê jî Kanûna 2017 erka mehir birînê dan muftiyan. Û xistin meriyetê.

Ji bo li meclîsê desdirêjî li dijî zarokan bê lêkolînkirin û pêşîlê bê girtin pêşniyara avakirina komisyonekê pêşkêşî meclîsê hat kirin, lê bi dengê AKPyîyan hat redkirin.

Piştî daxwaza pêşîlêgirtina destdirêjiya zarokan zêde bû, ji neçarî bi fermana Erdogan komisyonek hat avakirin.

Nîsana 2018an komsiyonê bi belgeya derxistin, bi taybet cezayê weke xedimkirinê dexistin pêş û reklam kirin.

Sala 2020’an beriya 2, paketa darazê dîsa ev pêşnûme kirin rojevê.

Jinan li dijî vê daketin qadan û nerazîbûn û hêrsa xwe anîn ziman.

Di pêvajoya şeba coronê de bi qanûna nû ya înfazê re hemû kujerên jinan berdan.

Dîsa pênûmeya qanûna efûkirina tecawizkarên zarokan jî xistin rojevê.

Li gorî agahiyan pêşnûmeya qanûna efûkirina tecawizkarên zarokan wê meha Hezîranê bînin meclîsê.

AKP dixweza zarokên mexdûrên tecawizê bi zewicandina tecawizkaran re careke din mexdûr bike.

Ango rejîma AKPê bi vê qanûnê Formula malbata ku ew dixwaze bide çêkirin.

Li dijî vê pêşnûme qanûnê tevahiya meha Gulanê rêxitinên jinan bi her şêweyî nerazîbûna xwe anîn ziman.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv