Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

Qaymeqamê Sinûnê avakirina kampeke ji bo DAIŞ’ê li nêzî Şengalê qebûl nekir

Qeymeqamê navçeya Sinûnê ya Şengalê Xwedîda Cokê bi navê êzidiyan avakirina kampa çeteyên DAIŞ‘ê li nêzî Şengalê red kir û got divê biryar di destê êzidiyan û rêveberiya wan de be.

Hikûmeta Iraqê difikire ku 31 hezar û 400 kesî ji malbatên çeteyên DAIŞ‘ê yên di kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de veguhêze kampeke nû li navçeya Zemarê ya parêzgeha Nînewa ya Iraqê. Kamp bi navê ‘El-Umla’ ye û ji 4 hezar konî pêk tê û ji aliyê Wezareta Koçber û Penabran a Iraqê ve tê birêvebirin.

Xelkê navçeya Şengalê û eşîrên parêzgeha Nînewa ya Iraqê avakirina kampê red dikin û wekî xetereyekê dibînin. Gelek blokên parlamantoya Iraqê jî avakirina kampê red dikin û îtîrazên xwe pêşkêşî hikumetê kirin.

‘EM AVAKIRINA KAMPÊ RED DIKIN’

Têkildarî mijarê qeymeqamê navçeya Sinûnê ya Şengalê Xwedîda Cokî ji ajansa me re axivî û got: “Em avakirina kampê red dikin. Nabe ev kamp li erdnîgariyeke nêzî Şengalê were avakirin û hemû eşîrên parêzgehê vê yekê red dikin.”

Der barê diyarkirina vê herêmê ji bo avakirina kampê de Xwedîda Cokî wiha axivî: “Hikûmeta Iraqê destpêkê parêzgehên Enbar, Tekrît û Diyala pêşniyar kiribûn, lê xelk û eşîrên van parêzgehan ev yek red kir. Ji ber vê yekê li navçeya Zemar a girêdayî Tilefer a parêzgeha Nînewa kamp vekir, tevî ku rêjeyek mezin a malbatên çeteyan ji parêzgeha Enbarê ne.”

‘DESTÊ WAN ÇETEYAN DI XWÎNA GELÊ ME DE HEYE’

Xwedîda Cokî êrişa çeteyên DAIŞ‘ê ya 3‘yê Tebaxa 2014‘an a li dijî Şengalê bi bîr xist û ev tişt got: “Beriya êrişa li ser Şengalê xeta şînor di destê artêşa Iraqê de bû, di hundirê Şengalê de jî PDK‘ê bû ku 11 hezar pêşmergeyên wê li tevahî gund û navçeyên Şengalê belav bûbûn. Piştî Mûsilê di 10‘ê Hezîrana 2014‘an de ket destê DAIŞ‘ê artêşa Iraqê bi roj sînor terk kir û çekên xwe li wir hiştin ku DAIŞ‘ê dest danî ser. Çekên giran jî radestî pêşmerge hatin kirin, çekên ku ketin destê sivîlan de pêşmerge ji wan kişand û Şengal bê parastin hiştin. Pêşmerge bi biryareke siyasî ji Şengalê vekişiya û xelkê wê li pêşberî çeteyan rû bi rû hiştin ku destên wan bi xwîna gelê êzidî qirêj bûn.”

Xwedîda Cokî diyar kir ku piştî 5 rojan ji êrişên çeteyên DAIŞ‘ê yên li ser Şengalê û pêkanîna komkujiyan, hêzên gerîla û Yekîneyên Parasatina Gel korîdorek mirovî ber bi Rojava ve vekir û bi hezaran ji komkujiyan rizgar kirin.

Xwedîda Cokî wiha domand: “Malbatên çeteyên DAIŞ û jinên wan ên ku hikûmeta Iraqê difikre wan li kampa El-Umla bi cih bikin, wekî ku em dibînin hîna banga dewleta Îslamî dikin û dibêjin hevjînên wan şehîd in û bang li zarokên xwe didkin ku şerê kafiran. Avakirina kampekê ji bo wan li nêzî Şengalê wê DAIŞ zindî bike û dê xetereya wan li ser êzidiyan hebe.”

‘DIVÊ LI DERDORA ÊZIDIYAN KOM BIBIN’

Qeymeqamê Sinûnê di dawiya axaftina xwe de bang li hikûmeta Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir û got: “Êdî êzidiyên Şengalê di şer û berjewendiyên xwe de bi kar neynin, ji ber van siyasetan ev qirkirin çêdibin.”

Xwedîda Cokê anî ziman ku divê biryara taybet bi êzidiyan, bi destê êzidiyan û rêveberiya wan bin û li derdora wê kom bibin da ku azar dubare nebin.

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

7.00 Sterka Sibe 26.01.2022

Stêrk Tv

Rêber Apo: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Stêrk Tv

Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike

Stêrk Tv

لە هۆڵەندا ئاهەنگی کلتوری و هونەری کوردی ناونەتەوەیی بەڕێوەچوو

Stêrk Tv

18:45 Cenga Xabûr – Bager Başkale 22.09.2021

Stêrk Tv