BÊTEHEMULIYA LI HEMBERÎ RENGÊ JINÊ
QAYÛMÊ QERSÊ NAVÊ MOR KAFE Û XETA MOR GUHERT
Wezareta Karên Navxweyî ya Tirk 2’ê Cotmeha 2020’an de Waliyê Tirk Turker Oksuz wek qeyûm danî ser şaredariya Qersê ya HDP’ê.
Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de, navê Mor Cafe û Xeta Mor ên di serdema HDP’ê de hatin vekirin guhertin.
Navê Cafeya Mor ku di 24’ê Tebaxa 2019’an de hatibû vekirin guherand û kir “Turkuaz Kafe.”
Her wiha balkêş e ku tîpa “U” jî bi şekle remza heyv û stêrkan hatiye nivîsandin ku ev jî dişibe ala Tirkiyê.
Qeyûm navê Xeta Mor jî guherand û navê “Xeta Piştevaniya Jinan” lê kir.
Xeta Mor di 28’ê gulana 2020’an de ji aliyê Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen ve hatibûn vekirin.