Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Qeyûmê Wanê tenûr jî xera kir 18.10.2020

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê ve hatiye desteserkirin, tenûrên şêniyên herêmê bi makîneyên kar xera kir.

Li Wanê piştî erdheja 2011’an li Sixkê û Artemêtanê bi sedan avahiyên TOKÎ hatibûn çêkirin û erdhejzede neçarî van avahiyan hatibûn hiştin.

Li van avahiyên TOKÎ ku 20 salan divê erdhejzede teqsîtan bidin, jiyan gelekî zehmet e. Erdhejzedeyên ku li daîreyên biçûk hatine bicihkirin, nikarin gelek pêwîstiyên xwe yên debarê jî peyda bikin.

Ji ber firin û market gelekî dûrî cihê wan e erdhejzedeyan ji bo ji xwe re nan lêxe, tenûr çêkirin. Li van qadên hevpar ên tenûrê rojane malbat ji xwe re nan lêdixin.

Lê belê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm li ser e, xwe li tenûran jî ranegirt.

Qeyûm roja Yekşemê makîneyên kar şand TOKÎ yên li Sixkê û tenûrên li herêmê hemû xera kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv