Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Qibrisê bang li YE kir li dijî destwerdana Tirkiyê li deryaya Spî helwestekê bigrin

 

Dewleta Tirk bi destwerdana li Derya Spî aloziya li herêmê zêde dike.

Qibrisê careke din bang li Yekîtiya Ewrûpayê kir da ku li dijî dewleta Tirk helwesteke tund nîşan bide.

Dewleta Tirk ev demeke bi rêbazên qaçax li Derya Spî dest werdide serweriya Yûnanistan û Qibrisê.

Tevî ku li dijî qanûnên naventeweyî ye jî, Tirkiye li vê herêmê li petrol û gaza xwezayî digere.

Têkildarî mijarê wezîrê karê derve yê Qibrisê, Nikos Krîsto-do-ulîdes ji medyaya Yunanistanê re axivî.

Wezîrê Qibrisê balkişand ser destwerdana dewleta Tirk û wiha got:

Dewleta Tirk li Rojhilatê Derya Spî asta êrişkariya xwe dijwartir kiriye. Di hedefa van êrişan de serweriya Yekîtiya Ewrûpayê heye. Lewma pêwîste li dijî destwerdana Tirkiyê helwesteke tûnd were nîşandan..

Û bang li Yekîtiya Ewrûpayê kir da ku cezayan li Tirkiyê bibire.

Tê payîn ku bi mijara destwerdana Tirkiyê li Derya Spî, endamên Yekîtiya Ewrûpa 24 û 25’ê Îlonê kom bibin û biryara xwe eşkere bikin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv