ÊRIŞKARIYÊN DEWLATA TIRK ÊN LI SER HERÊMÊ
QSD: ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN GELÊ HERÊMÊ PÊŞ DIKEVIN
Fermandariyê bal kişand ser êrişên hemwext ên li ser herêmên Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Garê pêş dikevin û wiha got:
Di rojên dawî de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Bakur û Rohjilatê Sûriyê zêde kiriye.
Bi van êrişan re dewleta dagirker êrişek nû bir li ser herêma Garê.
Ev êrişên dagirkeriya dewleta tirk, li dijî destkeftî û peşdeçûna gelê Kurd, Ereb û hemû gelên herêmê ye.
Em wekî QSD êrîşên dewleta Tirk yên li ser Garê xeter dibînin.
Û diyar dikin ku heta niha helwesta me ya li dijî terora DAÎŞ’ê û dagirkeriya dewleta Tirk çawa bû, wê ji vir şûn de jî dewam bike.