BIRÎNA KUR A 60 SALAN….. SÎNEMA AMÛDÊ
QURBANIYÊN KOMKUJIYÊ BI MERASIMEKÊ HATIN BÎRANÎN
Îro di dîroka gelê Kurd de, yek ji rojên herî bi êş e..
Beriya 60 salî ango 13’ê Mijdara sala 1960 di encama şewata sînemaya Amûdê de, 283 zarokan jiyana xwe ji dest dan..
Hêzên ku ev komkujiya hovane pêk anîn, bi dehê salan li Amûdê desthilatdar bûn.
Lê îro di encama ked, berxwedan û têkoşîna xelkê Rojava de têk çûn, îro zarokên ku ji wê şewatê filitîne Amûdê bi rêve dibin.
Qurbaniyên komkujiyê bi merasimekê hatin bîranîn..
Ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Sînema Amudê merasîmek hat organîzekirin.
Gelek kes beşdarî merasima li cihê komkujiyê bûn..
Destpêkê zarokan gel danîn ser peykerê zarokên Sînemaya Amûdê.
Paşê ji aliyê zaroka bi navê Cûdî Elî daxuyaniyek hat xwendin.
Di dawiya bîranênê de helbestek li ser şehîdên Amûdê hate xwendin.