Zilm û zora dewleta Tirk a li hember nûnerên siyasî yên gelê Kurd, careke din ket rojeva saziyeke navneteweyî ya mafên mirovan.
Rêxistina Efûyê ragihand, rejîma Enqereyê ji meha Îlonê û pê ve êrişên xwe yên li dijî HDPê zêde kiriye û gelek rêvebirên vê partiyê girtiye.
Rêxistinê bang li dewleta Tirk dike, dawî li vê pratîka xwe ya li dijî mafên hiqûqa mirov û navneteweyê bîne û kesên hatine girtin berde.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Amnesty International (Emnisty Înterneyşinil) bi raporeke xwe ya dawî li ser operasyonên dewleta tirk a li dijî HDPê sekinî.
Di raporê de tê diyarkirin, di 25 mehê de 20 siyasetmedar û aktîvîstên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê, bi awayekî bêhiqûqî hatine girtin.
Emnistî dide zanîn, kesên hatine girtin bi organîzekirina çalakiyên li dijî dorpêçkirina Kobanê
ya di 2014’an de tên sûcdarkirin.
dîmenên girtina endam û rêvebirên HDPê ên 25ê Îlonê !!
Rêxistinê diyar dike, dewleta tirk di vê operasyona xwe ya dawî de bi tevahî neheqe û tu mafên wê tune endamên HDPê bi îdîayên terorîzmê derxe pêşberî dadgehê.
Rêxistina Efûyê di dawiya rapora xwe de bang li dewleta tirk dike da ku bi lez van gavan bavêje:
– Dawî li girtina kesan a kêfî bîne ku wekî rêbazeke cezakirina mirovan tê bikaranîn
– Hiqûqa xwe û meşandina qanûnên xwe li gorî hiqûqa navneteweyî saz bike
– Kesên bi neheqî hatine girtin bê şert û merc berde