Komîteya Pêşîlêgirtina li Êşkenceyê-CPT têkildarî binpêkirina dewleta Tirk, raporek amade kir..
Komîte binpêkirina li Tirkiyê weke rewşa xerba binav kir û wiha got:
Ocalan û girtiyên li Îmraliyê di binê teccrîdê de ne..
Komîteya Pêşlîgirtina Êşkenceyê-CPT derbar binpêkirinên li Tirkiyê raporek amade kir..
Komîtê rexneyên tûnd li hukûmeta Tirk girtin û bang li serok-komarê vî welatî kir da ku dawî li kirinên xerab bîne..
CPT rewşa li Îmraliyê jî wiha li rapora xwe bicih kiriye:
Herî dawî sala 2019’an serdana Îmraliyê pêk hat. Abdullah Ocalan p girtiyên li wir heftane 159 saetan di bin tecrîdê de ne. Tevahiya 7 rojan tenê 9 saetan dikarin hev bibînin.
Pêkaniyên li ser Ocalan û girtiyên têne ferzkirin, ji aliyê CPT ve nayên qebûlkirin.
Komîteyê di rapora xwe de dibêje, li gorî encama lêkolînên sala 2019’an hat tesbîtkirin ku li zindanên Tirkiyê û navendên polîsan, rêjeya kirinên xerab zêde ye û wiha dewam dike:
Rewşa binpêkirinên li Tirkiyê nayê guhertin. Ev yek jî dihêle ku fikarên me zêde bibin.
Li Îmraliyê hevdîtin û serdana malbatan, salên dawî têne astengkirin.