Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rapora NY li ser rewşa mirovan li Efrîn û Serêkaniyê

 

 

RAPORA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DERBARÊ EFRÎN Û SERÊKANIYÊ DE: HOVÎTIYA DEWLETA TIRK A LI VAN HERÊMAN CAREKE DIN HAT ÎSPATKIRIN

Hovîtiyên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî, yên rojavayê Kurdistanê careke din bi belgeyan hatin îspatkirin.

Komîsyoneke serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî li ser êşkence, tecawuz û hovîtiyên dewleta tirk ên li Efrîn û Serêkaniyê raporek weşand.

Hin beşên raporê ku behsa zilmeke nedîtî û nebihîstî dike, di medya navneteweyî de jî hatin weşandin.

Dewleta tirk ku êdî bi zilm, tecawuzkarî, êşkenceyên sîstematîk û hevkariya rêxistinên çete li cîhanê nav deng dide, pêkanînên wê yên li dijî mirovahiyê bi belgeyan tên îspatkirin.

Komîsyoneke neteweyên Yekbûyî li ser vê zilma dewleta tirk û hevkarên wê raporeke nû weşand.

Rojnameya Le Monde jî rapora têkildarî zilma dewleta tirk a li herêmên kurdan ên dagirkirî yên li Sûrî kir manşet.

Lêkolînerên komîsyona serbixwe ya navneteweyî ya ji bo Sûrî di raporê de bi berfirehî cih dane şahidiyên têkildarî pêkanînên dewleta tirk ên li herêmên dagirkirî.

Beşeke raporê nimûneyeke ji zilma dewleta tirk a li Efrînê wiha tîne ziman:

Rojeke zivistanî, li navendeke binçavkirinê ya li dibistaneke berê ya bajarê dagirkirî Efrînê, milîsên dewleta tirk ên li vir jî hatine wezîfedarkirin, bi ser girtiyên kurd ve diqîriyan.

Milîsan girtiyên kurd bi lêdan û biçûkxistinê ji hucreyên wan deranîn û anîn li holeke mezin a avahiyê li hev kom kirin.

Armanc ji vê yekê pêkanîna êşkence û biçûkxistineke taybet ên ji yên carên berê pir cuda bûn.

Ev gardiyanên ku ji milîsên tirkan pêk tên, li ber çavê girtiyan tecawuzê keçeke kurd a di temenê zaroktiyê de kirin.

Rojnameya Le Mond dide zanîn ku ev dîmenê dij-mirovahiyê tenê nimûneyek ji gelek zilmên din ên wisa yên dewleta tirk, çeteyên wê û rejîma sûrî yên li herêmê ne.

Rapora ku 15ê vê mehê hat weşandin, cih dide gelek belgeyên ku vê zilma dewleta tirk îspat dikin.

Rapor radigihîne ku binpêkirinên mafên mirovan li seranserî Sûrî hatine tesbîtkirin, lê belê yên li Efrîn û Serêkaniyê ku li bin dagirkeriya tirk in, yên herî sînornenas, û sîstematîk in.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv