Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rapora salane ya binpêkirinên li Îmraliyê: Tecrîd hate kûr kirin û Îmraliyê bû navenda êşkenceya sîstematîk 13.01.2021

 

RAPORA SALANE YA BINPÊKIRINÊN LI ÎMRALIYÊ
BÎLMEZ: TECRÎD HATE KÛRKIRIN Û ÎMRALÎ BÛ NAVENDA ÊŞKENCEYA SÎSTEMATÎK

Ji parêzerên Rêber Apo Îbrahîm Bîlmez li Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi civîneke çapemeniyê rapora binpêkirinên li Îmraliyê eşkere kir.

Îbrahîm Bîlmez di serî de bi bîr xist ku Rêber Apo, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar wekî salên derbasbûyî di sala 2020″an de jî, ji hemû mafên xwe bêpar hatin hiştin.

Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku desthilatedariya Tirk di 2020″an de tecrîda li Îmraliyê kûr kir û got: 2020’an hiqûq bi temamî ji holê hat rakirin. Di serî de mafê hevdîtina parêzer û malbat, hemû maf hatin binpêkirin.

Parêzer Rêber Apo kûrkirina tecrîdê û binpêkirina mafan, wekî êşkenceya sîstematîk nirxand û got: Di sala 2019″an de ji ber rojiya mirinê ya di pêşengiya Leyla Guven û çalakiyan 5 hevdîtinên parêzer û 3 hevdîtinên malbat pêk hatin.,

RAPORA SALANE YA BINPÊKIRINÊN LI ÎMRALIYÊ
BÎLMEZ: DI 2020’AN DE TENÊ 2 CARAN JI ÎMRALIYÊ AGAHÎ HATE GIRTIN

Îbrahîm Bîlmez anî ziman ku di sala 2020″an de ji bo hevdîtinê gelek caran serî li rayedaran dane û got: Lê 2020″an li ser zextên raya giştî, di 3’ê adarê de hevdîtina malbatê û di 27’ê nîsanê de jî hevdîtineke bi telefonê, bi giştî 2 hevdîtin pêk hatin.

RAPORA SALANE YA BINPÊKIRINÊN LI ÎMRALIYÊ
BÎLMEZ: BIRÊZ OCALAN GOT KU, TÊ XWESTIN KURDAN BI KURDAN BIDIN QIRKIRIN

Bîlmez diyar kir ku Rêber Apo di hevdîtinê de rewşa li Îmraliyê bi gotinên “vê gavê başim, lê wê di rojên pêş de çi bibe nizanim” aniye ziman û got:

Birêz Ocalan di hevdîtina 3 adarê de got ku Tirkiye li ser maseyeke 2 lingî ye. Lingê sêyemîn Kurd in. Eger lingê sêyemîn tinebe, wê mase li ser piya nemîne. Di hevdîtina telefonê de jî rewşa Başûr û xetere destnîşan kirin. Got ku tê xwestin Kurdan bi kurdan bidin qirkirin. Bila ti hêzeke siyasî ya Kurd nebêje eger em şerê nav Kurdan mezin bikin, emê bi hêz bibin, Ya bide qezenckirin yekitiye. Pêwistiya bi şerekî ku xwîna Kurda hilweşîne nîne. Pêwistî bi aştî û yekitiyê heye.

RAPORA SALANE YA BINPÊKIRINÊN LI ÎMRALIYÊ
BÎLMEZ: DIVÊ CPT PÊWÎSTIYA RAPORA XWE BI CIH BÎNE

Îbrahîm Bîlmez rapora CPT’ê ya êşkence û binpêkirinên li Îmraliyê piştrast dike jî bi bîr xist û ji CPT’Ê xwest ku pêwistiya rapora xwe bi cih bîne û derbarê rewşa ÎMralî, girtîgehan û mafê serdana malbbat û parêzeran de mehane daxuyanî bide.

Bîlmez anî ziman ku tevî 96 serlêdanên wan ên hevdîtinên hatine astengkirin û aqûbeta 30 nameyên ku şandine ÎMraliyê nayê zanîn û got: ‘Lê em hewldanên xwe hem li Tirkiyê û hem jî warê navnetewî didomînin.

PARÊZER ÎBRAHÎM BÎLMEZ:
TECRÎDKIRINA BIRÊZ OCALAN, XITIMANDINA RÊYA ÇARESERIYÊ YE

Parêzer Îbrahîm Bîlmez Rêber Apo wekî navnîşana jiyana hevpar a gelan nirxand û got:

Pirsgirêkên Rojhilata Navîn tenê bi projeya birêz Ocalan çareser dibe. Projeya neteweya demokratîk a birêz Ocalan, dikare herêmê veguherîne erdnîgahiya jiyana hevpar a gelan. Di rastiyê de tecrîdkirina birêz Ocalan, tecrîdkirina çareseriya demokratîk û azadiya gelan e.

Bîlmez kampanyayên ji bo azadiya Rêber Apo jî bi bîr xistin û got: Beşdariya fireh ya navnetewî jî nîşan dide, gelên cîhanê azadiya birêz Ocalan dixwazin. Divê tecrîd dawî bibe û ev kampanya jî berfireh bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv