Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Raul Zibechi: Bi nêrînên Abdullah Ocalan ve cîhanek nû pêkan e 07.02.2021

 

NIVÎSKAR Û TEORÎSYEN RAUL ZIBECHI:
“BI NÊRÎNÊN ABDULLAH OCALAN VE CÎHANEK NÛ PÊKAN E”

Nivîskar û teorîsyen Raul Zibechi li ser girîngiya paradigmaya demokratik ekolojik û azadiya cinsî ya Rêber APO axivî.

Raul Zibechi diyar kir ku li şûna ku mirov lîteratura kevneşopî ya klasîkên marksîst bixwîne, divê berhemên Rêber APO werin xwendin.

Zibechi di nirxanên xwe de destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê li dijî tevahiya gel tê meşandin.

Nivîskarê navdar bal kişand ser tecrîda li ser Rêber APO tê ferzkirin û wiha got:

Heke di navbera Ocalan û gelê Kurd de ragihandineke aktîf hebûya, wê di zindanê de jî bikaribûya rêbertî bikra, rê nîşan bidaya.

Zibechi da zanîn ku navenda referansê ya paradîgmaya Rêber APO di versiyona marksîzm-lenînîzm a Sovyetê de bû, lê di fikrên wî de ji modernîteya kapîtalîst, bi taybetî jî mentiqa dewlet û sermayeyê, veqetîneke radîkal çêbû û wiha dibêje;

Bi qasî ku dizanim; ji nêrîna ekonomîst a navendî û biplan veqetîneke tam heye ku ev nêrîn jî berhema Sovyetê bû. Peyama Ocalan a li ser vê mijarê gelekî zelal e; em dikarin bi kurtasî diyar bikin ku kapîtalîzmê ne wek avabûneke aborî, wek desthilatê, wek cureyeke taybet a desthilatê di avakirina netewe-dewletên modern de, pênase dike.

Nivîskarê navdar Raul Zibechi destnîşan kir ku baweriya wî pê tune ye ku dewlet an jî hikumetên cîhanê ji bo azadiya Rêber APO tu tiştekî bikin û wiha berdewam kir:

Yên ku nikarin êrişa Tirkiyê ya li ser Efrîn û Rojava şermezar bikin, dê jiyana lîderekî Kurd jî ne xema wan be. Lê ez bawer im gelên cîhanê dikarin gelek tiştan bikin. Pêwîste em fêm bikin ku jinan di şoreşa Rojava de roleke gelekî girîng lîstiye. Şoreşa Rojava ne tenê şoreşek e, tiştekî pir kûrtir e ku divê hemû gelên cîhanê pê bizanin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv