Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên DawîSîyasî

Reber APO: Hikûmeta şerê Taybet tecawiz û fihûşa li Kurdistanê bi rê ve dibe

 

Li Kurdistanê şerê taybet a bi rêya destdirêjî û xistina xefkê ya madeyên hişber çawa tê meşandin.

Jin Kurd çawa dikevin xefka polîs û lekerên Tirk.

Malbat çawa destur didin ku dibin navê heskirinê de zarokên wan têkiliyên xwe bi leker û polîsan re deyîn.

Li Kurdistanê bi tecawiz, fihûş, heşîş û êrişên din dixwazin civakê pê bixin.

Divê were zanîn ku ev wisa ji aliyê mirovên ketî ve nayên kirin.

Pêwîste mirov rast fêm bike û lê serwext bibe.

Ji lewre jî divê mirov baş bizane ku ka çima li Kurdistanê piştî sala 2000’î tecawiz, fihûş, heşîş û celebên din ên êrişên ji bo xistina gel û civakê çima ewqas mezin, berfireh û bi kûranî tên meşandin.

Sala 2010an li Sêrtê 2 jê xwişk 4 zarokên dibistana seratayî erkdarên dewletê jî di nav de nêzî 40 kesan tecawizî wan kir.

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandineke xwe de wiha qala pîlanên hikumet û rejîma şerê taybet a li ser civaka Kurd dimeşîn kiribû;

Pêkanînên weke tecawiz, fihûş û heşîşê ku li Kurdistaê tê bipêşxistin li ser esas, polîtîka û pîlanên hikûmet û rejîma şerê taybet bi destê hêzên wan ên şerê taybet tên kirin. Heke em vê yekê wisa zelal û eşkere fêm nekin wê demê ev yek wê were wateya me tu tişt ji dijminê li hemberî xwe fêm nekiriye. Tiştên ku ez îşaret pê dikim îfadeya xwe ya herî berbiçav di daxuyaniyên Waliyê Sêrtê de xwe didin der. wî van pîlan û polîtîkayan pir net, pir eşkere û pir vekirî danî holê. Hevoka ji devê wî derketî wisa bû; “li şûna keviran diavîje bila fihûşê bike.” Walî bi awayekî ku tê de qet şik û guman nemînin, danî holê ku rejîm û hikûmeta şerê taybet berpirsyar û birêvebirê tecawiz û fihûşa ku li Kurdistanê tê bipêşxistin e.

Şerê taybet ê li Kurdistanê li ser du lingan tê meşandin.

Yek tacîz, tecawîz û fêrkirina madeyên hişber, ya din jî dibin navê hestkirinê de hevaltiya bi leşker û polîsên Tirk re ye.

Mirov ji xwe dipirse ka çima keçek Kurd dikare bi leşker an jî polîstekî Tirk re hevaltiyê li ser eşqê çê bike?

Malbatên Kurd çawa dikarin zaroka wan hevaltiyê bi leşker û polîsekî Tirk re bikin?

Ji xwe bûyera windakirna Gulîstan Doku û bûyra tecawîzê ya li Batman jî dibin navê heskirinê de qewimîn.

Rêber Abdulah Ocalan di nirxandinên xwe yên derbarê AKP’ê û şerê wê yê taybet a li Kurdistanê de kiribû;

AKP li Kurdistanê di aliyê mirovî, exlaqî manewî û moral ve şerekî taybet dimeşîne.

Min beriya niha jî bi gelek caran derbarê vê hikûmet û partiya şerê taybet nixandin kirine.

Niha jî ez dixwazim zêdetir balê bikşînim ser şerê wî yê di milê mirovî, exlaqî, manewî û moralê ve bi rê ve dibe û sepandinên wî yên şerê pîskolojîk.

Divê ast û çawaniya êrişên vê hikûmeta şerê taybet ku li Kurdistanê di qada civakî de li dijî gelê me dimeşîne, were zanîn û fêmkirin.

Bûyerên tecawiza li dijî zarokan hene. Ev bûyer wisa hema ji aliyê kesekî ve nehatiye kirin.

Weke encam derdikeve holê ku bi van êrişên xwe dixwazin ku pêşketin, guherîn û veguherîna şoreşî ya bi saya têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê, di nava gelê kurd de pêk hatiye, bikin armanc.

Dixwaze vê yekê berovajî bike, tune bike.

Ji ber vê jî divê were zanîn ku ev êriş ji aliyê rejîm û hikûmeta şerê taybet ve di çarçova konsepta şerê taybet de tên kirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv