Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêber Apo di Tirmeha 1990’î dibêje: Tu li dijî şerê taybet ranebî, heqê jiyanê ji te re namîne 11.02.2021

 

ŞERÊ TAYBET Û QIRÊJ Ê DEWLETA TIRK
RÊBER APO: TI KES NIKARE CAREKE DIN FERMANA ME ÇIRANDÎ LI ME BIKE

Rêber Apo di parêzname û pirtûkên xwe de bi awayekî berfireh li ser şerê qirêj ê dagirkeriya dewleta Tirk rawestiya ye û nirxandî ye.

Rêber Apo dibêje, şerê taybet êdî gihaye hovîtiya herî har, asta heywantiyê.

Û nirxandina vê yekê bi awayekî normal û ji rêzê çewt dibîne!

Rêber Apo ji bo xwe rizgarkirina ji vî şerê qirêj û taybet jî wiha dibêje:

Heke mirov, xwe ji vî şerê qirêj rizgar neke, ya herî xirab bi mirinê re rû bi rû dimîne.

Rêber Apo vî şerî weke şerekî dijwar bi nav dike û ji gelê Kurdistanê re li hemberî şerê taybet vê yekê dibêje:

Di şerê me de, kêmasî nabe, lîstika bi şer û taktîkan re nabe.

Piştî ku me fermana darvekirinê çirand û avêt, ti kes nikare dîsa li me bike.

Êdî em nêzî azadiyê dibin û ti kes careke din nikare tarîtiya faşîst layiqî me bibîne.

Şarezatiya me, ya rizgarkerî û ronakbîrî, wê kesayetiya ku divê em xwe bigihîninê nîşanî me dide.

Erê şîara me “şerê heta serketinê ye.”

Gelê me jî heta vî şerê qirêj ê li ser tê ferz kirin, tine bike wê bi biryardarî û şareza şer bike.

RÊBER APO DI TÎRMEHA 1990’Î DE DIBÊJE:
TU LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET RANEBÎ, HEQÊ JIYANÊ JI TE RE NAMÎNE

Rêber Apo di Tîrmeha 1990’î de jî balê dikşîne ser têkoşîna PKK’ê ya li dijî şerê taybet û psîkolîk û destnîşan dike, ku ji aliyekî ve mezinbûna PKK’ê weke bingeh xwe dispêre du şertan:

Ji kes û gel re berjewendiya wan bê di çi de heye nîşan dide, paşê jî oterîteya xwe dide axaftin.

Heke pêdiviyên van herdu şertan bîne cih, ti kes, girse, gel nîne ku ranebe ser piyan.

Heke ev li dijî şerê taybet werin bicihanîn, civak jî ji bo şoreşê bi temamî tê bidestxistin.

Rêber Apo sekna lewaz û qels a li dijî şerê taybet red dike û wiha dibêje:

Heke tu li dijî şerê taybet rabî tu yê bimeşî, heke tu ranebî, wî wextî heqê jiyanê ji te re namîne.

Heke em bigihin hostatiya vê yekê, em dikarin vî şerê taybet pûç bikin.

Li Kurdistanê me ev yek bi awayekî qismî pûç kiriye… Lê ne bi temamî.

Me psîkolojiya dagirkeriya Tirk a teslîmiyetkar bi awayekî qismî têk bir û li hin deveran me gelekî têk biriye.

Ev tenê bi kar û xebateke bi sînor a PKK’ê pêk tê.

Divê kesê teslîm bûyî, bibe nuqteya berxwedanê.

Weke li Cizîr û Nisêbînê jî hat dîtin, hingî dikarin dîwarê tirsê hilweşînin… Pêl bi pêl wê belav bibin.

Li dijî şerê taybet, li dijî şerê psîkolojîk ê şerê taybet, şerê şoreşgerî û şerê wê yê psîkolojîk e.

Heke rast were kirin, wê pêşketinê bivê nevê diyar bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv