Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Zindî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêber APO: Pergala Kapîtalîzim li dijî Aboriyê ye

 

RÊBER APO SEDEMA HILWEŞÎNÊ NÎŞAN DIDE. KAPÎTALÎZM DIJMINÊ EKONOMÎ EXLAQ, JIN Û CIVAKÊ YE

Şewba Covîd-19 a ku li temamî Cîhanê bandorê li ser jiyana mirovan dike, xetên pergala kapîtalîst diyar dike.

Rêber Apo di parêzname û hevdîtinên xwe de bi berfirehî van meseleyan analîz dike.

Rêber Apo di parêznameyên xwe yên dawî a bi navê ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ de balê dikşîne ser ceberûdiya kapîtalîzmê ku mirov, civak û xwezayê ji eyara xwe derxistiye.
Rêber Apo diyar dike ku kapîtalîzm ne aborî ye ye, dijberê aboriyê ye û der barê meseleyê van tiştan dibêje:

Li aliyekî dinyayê wê mirov ji birçînan bimirin û aliyê din jî wê hilberîneke zêde hebe! Dijberiya ekonomiyê ya kapîtalîzmê herî zêde di van qeyranên ku hatine afirnandin xwe didin der. Pergal serî li van qeyranên çêkirî dide, bi nexweşî û karesatan gefê li civakê dixwe. Metod yek e, birçî bihêle û sûdê ji karesata wê werbigire.

Rêber Apo di analîzên xwe de balê dikşîne ser girîngiya exlaqê jî û wiha dibêje.

Kapîtalîzm dijminatiya exlaq û nirxên moral jî dike. Mirov bi rêgezên exlaqî dikare pêdiviyên xwe sererast bike. Berevajî vî tiştî wê wekî gêrikan zêde bibin û deh dinya jî têrî wan nakin. Heke kapîtalîzm neyê bisînorkirin ew ê civakê bike civaka gêrikan û bîne ber asta hilweşandinê Ev bêexlaqî xisarê bi tenê nade tevnên civakî. Gefê li ser jiyana hemû zindiyan jî dixwe. Ji vêya zêdetir bêexlaqî û dijberiya zindiyan heye gelo?

RÊBER APO: KAPÎTALÎZM DIJMINATIYA JINÊ DIKE

Rêber Apo heman parêznameya xwe de diyar dike ku kapîtalîzm dijminatiya jinê dike.

Rêber Apo destnîşan dike ku pergala kaptalîst ji bo ku jiyan û afirandinê kontrol bike jinan li derveyî qada aboriyê dihêle û vê şîroveyê dike:

Kapîtalîzm bi vî çavî li jinan dinêre; xebata herî dijwar lê herî erzan, makîneya anîna zarokan û mezinkirina wan, betal û bi ser de jî sûcdar. Tişta xerabtir ev e ku bi şîdeteke mezin, desthilatdariya civaka zayendîparêz zêde dike, jinan dike endustriyeke seksê, êşkenceyê li hemû beşên civakê belav dike!

RÊBER APO: KAPÎTALÎZM HEMÛ SAZÛMANÎ Û AVADANIYAN HILDIWEŞÎNE

Rêber Apo îşaret bi desteserkirina kapîtalîzmê ya hilberandinê û berxuriyê dike, giraniyê dide polîtîkayên ku tu têkiliya wan bi xwarin, vexwarin, xwestarkirina civakan tune û vê rewşa kambax wiha pênase dike:

Kapîtalîzm krîzên hilberandin û berxuriyê ava dike û avadaniya civakan ji binî ve xerab dike. Ji aliyekî alavên wekî çiyayan li ser hev hatine komkirin terkî rizandinê tê kirin, ji aliyê din ve jî qirbûnên ji ber birçîbûn û nexweşiyê. Di dîrokê de tu xerabiya ku karesatan nekarîne bidin civakan, kapîtalîzm dayê.

Ev jî hatin dîtin

Pergala Hevserokatiyê-Dosya

Stêrk Tv

KJK li ser kuştina George Floyd daxuyanî da

Stêrk Tv

Dayika Eyş Şan 30 sale bi Teşiyê hirî dirêse

Stêrk Tv

Sendîkaya Muzîkjen li Birîtanyayê tevlî Kampaniya Azadiya Rêber APO bûn

Stêrk Tv

Kuştina George Floyd û nerazîbûnên li Emerîkayê

Stêrk Tv

Besê Hozan: Bicihkirina hêzan li Zînî Wertê pîlaneke tasfiyê ye.

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!