Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêber APO: Ji ber Olf Palma dijî Emeralizimê bû, hate kuştin

 

Rêber Apo li ser kuştina kuştina Olof Palme de 1996’an ji Med Tv re axivîbû.

Em jî berê xwe bidin arşîva çapemeniya azad û heqîqeta hê hingî Rêber Apo anî ziman bi we re par ve bikin.

Rêber Apo diyar dike, di kuştina Olof Palme de destê NATOyê heye û destnîşan dike, ku li dijî PKK’ê weke komployeke navneteweyî hate bikranîn.

Rêber Apo Olof Palme weke dostekî bi nav dike û balê dikşîne peyamên wî derheqê PKK’ê de beriya were kuştin.

Weke tespîta herî girîng jî dibêje, destê Amerîka, Ewropayê bi serkêşiya dewleta Tirk di kuştina Olof Palme de heye.

Serokwezîrê Swêdê Olof Palme 28’ê Sibata 1986’an li paytexta welatê xwe Stokholmê bi sûîkastekê hat kuştin.

Rêber Apo sala 1996’an derheqê kuştina Olof Palme de ji Med Tv re axivîbû û bi awayekî berfireh kuştina Olof Palme nirxandibû.

Bi taybetî li ser wê yekê rawestiya, ku çima xwestin vê bûyerê bixin stûyê PKK’ê.

Rêber Apo balê dikşîne ser pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxa 1984’an û dibêje:

Di ser pêngava 15’ê Tebaxê re salek borî yan na… Em bla xwe bidinê, piştî salek di ser re borî, cihê gûmanê bû ku wê Pêngava 15’ê Tebaxê xwe li ser piyan bigire an na.

Sûîkasta Palme ya 86’an weke wê rojê tê bîra min. Heta ji Swêdê jinek û pê re jî Kurdek hatibû. Li Libnanê karê sondajê dikirin. Heta bi kampên me yên Libnanê jî çûbûn.

Wê rojê Palme beriya bimire, were kuştin ev tişt gotin.

“Çima dixwazin min û PKK’ê bînin hemberî hev?”

“Çima ez bi ser PKK’ê de biçim?”

Ti kesî lêkolîn li ser van gotinan nekir. Bi taybetî divê rojnamevan û nivîskarên Swêdî vê yekê lêkolîn bikin. Divê vê pirsê bikin;

Palme di rojên xwe yên dawî de ji bo PKK’ê çi digot?

Beriya Palme bimire, nêzîkatiya wî li PKK’ê û Kurdan çibû?

Ji bo armanca kuştina Palme were fêmkirin, divê ev pirs were lêkolînkirin.

RÊBER APO: JI BER KU DIJ-EMPERYALÎST BÛ PALME HAT KUŞTIN
Rêber Apo weke sebaba kuştinê ya yekemîn vê yekê destnîşan dike û paşê weke ya duyemîn balê dikşîne ser sekna wî, nasnameya wî ya dij-emperyalîst:

Têkiliya Palme bi awayekî dirûst bi pêvajoyên rizgariya neteweyî re, di serî de Vîetnam, Afrîka Başûr û Amerîka Başûr, hebû. Helbet ev weke helwesteke li dijî emperyalîzmê bû.

Weke xala sêyemîn jî Rêber Apo aliyê navneteweyî yê di vê sûîkastê de cih girtî destnîşan dike!

RÊBER APO: DEWLETA TIRK XWEST BI KUŞTINA PALME RÊ LI BER PIŞTGIRIYA JI BO PKK’Ê BIGIRE

Rêber Apo dibêje, tenê dengê Palme li dijî hêzên kapîtalîst û NATOyê derdiket. Sembol û nirxê li hemberî polîtîkayên Yekîtiya Ewropayê û bi taybetî polîtîkayên Almanya radibû, Palme bû.

Rêber Apo herî dawî jî balê dikşîne ser cihê dewleta Tirk a dagirker di nava vê sûîkastê de bi taybetî li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê.

“Heke em dixwazin kuştina Palme were zelalkirin, divê em li têkiliyên dewleta Tirk û Almanya binerin. Wê demê saziya îstîxbaratê ya dewleta Tirk-MÎT bi îstîxbaratên Amerîka, Inglistan, Almanya û welatên din ên Ewropayê re ket nava têkiliyeke xurt. Van bi hev re eniyeke bêrehm a emperyalîst bi rê ve dibirin.”

Lê berxwedana PKK’ê derket holê. Tirkiyê bawer dikir, ku wê Pêngava 15’ê Tebaxê piştgiriyeke xurt ji Ewropayê û raya wê ya giştî bigire. Jixwe ya rastî jî ev bû. Palme û Swêd jî navenda vê yekê bûn.

Rêber Apo dibêje, ev hemû encam bi awayekî zelal nîşan didin, ku ka kîjan hêzan berê xwe dane Palme.

Weke tespîta herî girîng jî dibêje, destê Amerîka, Ewropayê bi serkêşiya dewleta Tirk di kuştina Olof Palme de heye.

Şeva hatî kuştin min got, emê Palme bi nirx bikin. Palme yekane Ewropî bû, ku li dijî gelê Kurd helwesteke dijminane nîşan nedayî. Min got, em li ber bîranîna wî bi hurmet bejna xwe ditewînin. Û min ev peyam da nivîsandin.

RÊBER APO: WÊ ÎSTÎXBARATA TIRK LI SER SÛC BIHATA ZEFTKIRIN

Rêber Apo balê dikşîne ser provokatorên wê demê di nava tevgera azadiyê de cih girtine û hevkarî bi MÎTê re kirine û dibêje:

Mehmet Alî Yûla ji rojnameya Hurriyetê her roj digot, ezê talîmata Apo ya kuştina Palme biweşînim. Min jî xwest biweşîne, ji ber ku wê îstîxbarata Tirk li ser sûc bihata zeftkirin û wê kuştina Palme bihata ronîkirin.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv