ZEXTÊN RÊVEBERIYA TEHRANÊ
DI 2 ROJAN DE 11 XWENDEVAN Û ÇALAKVANÊN JI ROJHILAT BINÇAVKIRIN
Di nava 2 rojan de herî kêm 11 xwendekarên zanîngehê û çalakvanên civaka sivîl, li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatin binçavkirin.
Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku xwendekar û çalakvan li bajarên Kerec, Mahabad, Rebet û Merîwanê hatine binçavkirin.
Navê kesên hatine binçavkirin jî wiha ye;
Ferzad Silêman, Suheyb Badruc, Şepol Xizrî, Derya Talebanî, Selar Rehuî, Sîrwan Nurî, Efşîn Mam Ehmedî, Behman Yusif Zade, Ferhad Musapur, Ferîdun Musapur û Dana Semedî.
Ev kesên hatine binçavkirin, ji bo cihek nediyar hatine şandin.
Heta niha li ser sedema binçavkirinê ti agahiyek nehatiye belavkirin.