Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rejîma Îranê di 2020’an de 70 kolber qetil kirin û 44 kes jî bidarve kir 18.01.2021

 

RAPORA BINPÊKIRINA MAFAN LI ÎRANÊ
DI 2020’AN DE 70 KOLBER HATIN QETILKIRIN Û 44 KES JÎ HATIN BIDARVEKIRIN

Komela Mafên Mirovan a Kurdistanê rapor binpêkirina mafên mirovan a Rojhilatê Kurdistanê û Îranê eşkere kir.

Hevserokê Komelê Cîhangîr Abdullahî diyar kir ku dewleta Îranê bi binpêkirinên mafan bi taybetî jî mafên kurdan nîşan dide ku ew weke welatiyên wekhev li kurdan nanêre.

Li gorî raporê di sala 2020’an de 44 kes hatine bidarvekirin ku piraniya xwe kurd in û ji ber faaliyetên siyasî hatine girtin.

Dîsa di raporê de tê diyarkirin ku 14 kes jî bêyî dadgehkirinê ji aliyê hêzên îranê ve hatine qetilkirin.

263 kes bêyî pirs û lêpirsîneke adil hatine girtin, hem di dema girtinê de hem jî li zîndanan îşkence li girtiya hatiye kirin.

Di raporê de beşek jî kolberan re hatiye veqetandin. Di sala 2020’an de herî kêm 70 kolber hatine qetilkirin.

Cîhangîr Abdullahî diyar kir ku di sala 2020’an de zext û zilma li kurdan zêdetir bûye û wiha got:

Dewleta Îranê dixwaze derdorên muxalif bi taybetî jî kurdên rojhilatê Kurdistanê serê xwe bitewînin lê kurd li ber xwe didin.

Cîhangîr Abdullahî destnîşan kir ku binpêkirinên mafan bi taybetî jî li zîndanan zêde bûye û bal kişand ser wê yekê ku kesên tên girtin heke ku kurd bin daraz cezayên girantir li wan dibre.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv