Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rejîma Îranê li herêma Çilderan a Urmiyê êrişî kolberan kir 06.11.2020

 

2 KOLBER HAT KUŞTIN, DU JÎ BIRÎNDAR BÛN
REJÎMA ÎRANÊ LI HERÊMA ÇILDÊRAN A URMIYÊ ÊRIŞÎ KOLBERAN KIR

Artêşa rejîma Îranê li herêma Çildêran a Ûrmiyê careke din êrîşî kolberan kir.

2 kolber hat kuştin 2 kolber jî birîndar bûn.

Lê di vê meselê de iddayeke sûçê Mirovahiyê heye:

Çavkaniyên xwecihî dibêjin, Kolber Hesen Delayî pêşî tê girtin piştre ji aliyê çekdarên rejîmê ve tê kuştin.

Têkildarê êrişê Kolbernewsê ev agahî parve kirin.

Şevê din hêzên çekdarên Îranê li herêma Çildêran ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê êrişî komek kolber kir.

Di encamê de kolberê bi navê Hesen Delayî Mîlan yê ji gundê Qaşqablax ket destê çekdarên rejîmê.

Çavkaniyên xwecihî ragihand ku Hesen Delayî piştî tê girtin ji aliyê çekdarên rejîmê ve tê qetil kirin.

Tevî hemû hewldanên malbatê jî hê cenaze nehatiye radestkirin.

Roja 4’ê Mijdarê jî li herêma Nesud ya ser bi parêzgeha Kirmaşan, kolberê bi navê Sîna Kerem bi giranî birîndar bûbû.

Roja 2’ê Mijdarê de jî çekdarên rejîma Îranê, li herêma Hengejal ya ser bi bajarê Bane, êrişî komek kolber kiribûn.

Di vê êrişê de jî kolberê bi navê Hîdayet Hisên ê xelkê Serdeştê birîndar bûbû..

Îro jî hêzên Rejîma Îranî li herêma sînor a Çaldêranê,komek kolber gulebaran kir.

Di encama gulebaranê de kolberê bi navê Kemal Elî Hulo jiyana xwe ji dest da.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv