HEVSEROKÊ KONGRA GEL REMZÎ KARTAL:
LI HEMBERÎ TEVGERA AZADIYÊ KONSEPTEKE PIRALÎ TÊ MEŞANDIN
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal têkildarî êrişên pir alî yên li dijî tevgera azadiyê bersiv da pirsên ANHA’yê.
Remzî Kartal îşaret bi provokasyonên PDK’ê yên di demên dawî de kir.
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal hewlanên tevgera azadiyê yên ji bo çareseriyê jî bi bîrxistin û got:
Tevgera Azadiyê bang li PDK’ê kirin ku tevî wanli dijî dagirkeriya Tirk cihê xwe bigirin. Lê ji aliyê PDK’ê ve daxuyaniyeke provokatîf hat dayîn.Ev jî nîşaneya konsepteke pir aliye.
Remzî Kartal têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re jî ev nirxandin kir.
Hevserokê KONGRA GEL îşaret bi girîngiya yekîtiya neteweyî jî kir û got:
Divê Kurd bi awayekî stratejîk nêzî meseleya yekîtiyê bibin.
Remzî Kartal diyar kir ku bangawaziyên nûnerên partî û rewşenbîran ên ji bo PDK’ê girîng in pîroz in.