Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêveberên asayîşê yên YNK’yî: Îdîaya Mesrûr Barzanî ne raste 27.10.2020

 

PDK’Ê ÇAWA ZEMÎNA ŞERÊ LI DIJÎ PKK’Ê AMADE DIKE?
RÊVEBERÊN ASAYÎŞÊ YÊN YNK’YÎ: ÎDÎAYA MESRÛR BARZANÎ NE RASTE

Bi salane dewleta Tirk êrişî Başûrê Kurdistanê dike û sivîlan dikuje..

Ji vê encamê PKK’ê weke berpirsiyar nîşan da.

Balafirên Tirk li Şengalê dan, dîsa gotin, sedem PKK ye..

Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi fermana Erdogan hatin dagirkirin, dûbare PKK’ê weke sedem nîşan da..

Hebûna bi dehan baregehên artêşa Tirk li Başûrê weke rewşeke asayî dîtin, lê ya gerîllayên PKK’ê weke hêzeke biyanî û dagirker binav kirin.

Ti carî dengê xwe li hemberî hebûna bi hezaran çeteyên biyanî li bajarê Rojava bilind nekirin, lê gotin, yanî wê ciwanên Bakurê Kurdistanê ji Rojava derkevin, an jî wê rê nedin yekîtiya hêzên Kurdî.

Li hemberî êrişa li dijî Şengal bêdeng man, lê parêzvanên wê weke hêzên dij qanûnî ragihandin..

Xwediyê van îdîayan hemûyan PDK’ê ye..

PDK’ê 8’ê Cotmehê bi daxuyaniyekê kuştina endamê asayîşê yê binavê Xazî Salih Elîxan xist stûyê PKK’ê..

Tevî ku HPG’ê teqez kir ku ti pêwendiya wan bi bûyerê re tine ye, PDK’ê di îdîaya xwe de israr kir..

Û herî dawî doh serokê herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe ê twîtterê îdîa kir ku PKK’ê li Başûrê amadekariya kuştina qaşo dîplomatên hin welatan dike..

Di wextekî de ku dewleta Tirk ew çendî êrişî gelê Kurd û tevgerî wî ya azadiyê dike, helwesta PDK’ê rê li ber fikaran vedike..

PKK’ê van îdîayan weke amadekariya zemîna şerê li dijî xwe pênase dike..

Aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê ku her gavê dibêjin, PDK’ê beyî agahiya hukûmetê tevdigere jî îşaret bi pêwendiyên veşartî yên di navbera PDK’ê û dewleta Tirk de dikin..

Barzanî diyar kir ku wan bi operasyoneke taybet koma behsa wê tê kirin hatiye girtin..

Mesrûr Barzanî îdîayên xwe yên dawî li ser navê Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Kurdistanê anî ziman..

Rêveberiya mijara gotinê jî ji 3 endamên YNK’ê û 2 endamên PDK’ê pêk tê..

Yek ji berdevên asayîşê yên YNK’ê li dijî daxuyaniya Barzanî derket û got, haya wan bi ti awayî ji meselê tine ye..

Berdevkê YNK’yî diyar ku ti agahiya wan ji operasyona ku Mesrûr Barzanî behsê dike tine ye û got, ew van îdîayan red dikin..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv