Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêveberiya Berlînê darizandina 3 çeteyên DAÎŞ’ê asteng kir 18.01.2021

 

DARIZANDINA 3 ÇETEYÊN DAÎŞÊ
RÊVEBERIYA BERLÎNÊ DARIZANDINA 3 ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê ASTENG KIR

Kovara nûçeyan a Elmanyayê Der Spîegel li ser malpera xwe nûçeyek weşand.

Li gorî nûçeyê her sê çeteyên DAIŞ’ê Yûnûs Emre Sakarya, Mûhammed Zammar û Ogûz G. ji aliyê hêzên YPG û QSD’ê ve tên girtin.

Di lêpirsînan de, van çeteyan de derbarê êrîşên terorê de agahiyên girîng dane, QSD û saziya îstîxbaratê ya DYE’yê FBI yê.

Rêveberiya DYE bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peymanek çêkir ku, ev her sê çete wê li Elmanyayê werin darizandin.

Li gorî îddîaya Der Spîegel rêveberiya Berlînê nehiştiye ku ev çete werin darizandin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye li girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 74 çeteyên DAÎŞ’ê yên hemwelatiyên Elmanyayê hene.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv