Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rêveberiya xweser a B. R. Sûriyê : Divê Rûsiya û Amerîka pêş li êrîşên Tirkiyê bigirin

 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî têkildarî êrişên dewleta dewleta Tirk yên li herema Eyn Isa bang li Amerika û Rusyayê kir.

Rêveberiyê ji Rûsya û Amerîka xwest ku çawa soz dane xwedî li berpirsiyariyên xwe derkevin û pêşî li sûcên şer ên dewleta Tirk bigrin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi bîr xist dewleta Tirk di êrişên xwe de sivîlan dike hedef û wiha got.

Ev 4 roj in li Eyn Îsa, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li hemberî gelê me ê sivîl çekên giran bi kar tînin..

Tevî li hevkirina rêveberiya xweser a bi Rûsya û Amerîkayê re ev êriş pêk tên.

Rêveberiya xweser bang li aliyên çavdêr û di sêrî de Rûsya û Amerîkayê kir ku berpirsyariyên xwe pêk bînin.

Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û aliyên têkildar kir ku bi rola xwe rabin û rê nedin sûcên şer ên dewleta Tirk

Hêjayî bibîrxistinê ye ku komîteya mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî di raporeke xwe ya beriya bi çend rojan de îşaret bi sûcên dewleta Tirk yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiribû.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv