ÊRIŞ Û DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK A LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
RÊVEBERIYA XWESER JI BO ŞÊNIYÊN JI CIH Û WARÊN XWE BÛNE KAMPEKE NÛ AVA KIR
Yek ji trajediyên herî mezin ew e ku mirov li ser xaka xwe bibe penaber.
Ev yek ji ber êrişên hovane yên dewleta Tirk hat serê xelkê Girê Spî û Serêkaniyê.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo welatiyên ku neçar man koç bikin li Rojhilatê Hesekê kampeke nû ava kir.
Li kampê 125 malbatên ku li dibistanan diman hatin bicihkirin.
Hevala me Amara Bawer çû kampê û xebatên li wir şopandin.