Feza bi hemû bedewiya xwe di nava vê balafirê de ye!
Kesên dikevin vê balafirê, xwe li fezayê hîs dikin.
Stêrk di carekê de dora wan dorpêç dikin û dibin sebeba serboriyeke ecêb.
Belê we şaş nebihîst! Feza di nava vê balafirê de ye!
Li Japonyayê balafireke rêwiyan ji bo kesên dilxwaz dest bi xizmeteke nedîtî kir.
Nava vê balafirê wekî planetaryûmê hatiye dîzaynkirin.
Bi kîlomêtroyan ji erdê bilind, di carekê de ji banê balafirê feza xuya dike.
Û bi milyonan stêrk tev bi hev re di nava tariya bêdawî de diçirisin.
Yek ji rêwiyên vê balafirê kelecana xwe wiha îfade dike:
Ewqas xweş û bibandor bû ku wekî ku bu rastî ez çûbim fezayê.
Helbet rêwiyên balafirê, bi girtina dîmenên fezayê vê serboriya xwe ya ecêb nemir dikin.