Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Zindî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rewşa dawî ya şer li Sûriyê

 

ÇETEYÊN DAIŞ’Ê DI NAVA 2 ROJAN DE 11 LEŞKERÊN REJÎMÊ ÎDAM KIRIN

Di van rojên dawî de çeteyên DAIŞ’ê êrişên xwe li Suriyê zêde kirine.

Hat ragihandin ku di nava 2 rojan de, çeteyên DAIŞ’ê 11 leşkerên rejîmê îdam kirine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di derbarê êrişên DAIŞ’ê yên dawî li Sûriyê ev agahî parvekirin.

Li bejahiya parêzgeha Dêre Zorê Çeteyên DAIŞ’ê 7 leşkerên rejîma Sûriyê bi guleyan îdam kirin.

Cenazeyê her heft kuştiyan li ser rêya di navbera Dêre Zor û Şamê de hat dîtin.

Çeteyên DAIŞ’ê piştî rêya di navbera Dêre Zor û Şamê de qut kirin, li nêzî herema Kebacib jî êrişek pêk anîn.

Di êrişê de erbeyek hate desteserkirin, û her 4 leşkerên rejîmê yen têde bûn, hatin îdam kirin.

Hêjaya gotinê ye, li heman deverê çeteyên DAIŞ’ê di 7’ê meha derbasbûyî de êrişî hêzên rejîmê kiribûn.

Di van êrişan de jî zêdetirî 10 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Ev jî hatin dîtin

Pergala Hevserokatiyê-Dosya

Stêrk Tv

KJK li ser kuştina George Floyd daxuyanî da

Stêrk Tv

Dayika Eyş Şan 30 sale bi Teşiyê hirî dirêse

Stêrk Tv

Sendîkaya Muzîkjen li Birîtanyayê tevlî Kampaniya Azadiya Rêber APO bûn

Stêrk Tv

Kuştina George Floyd û nerazîbûnên li Emerîkayê

Stêrk Tv

Besê Hozan: Bicihkirina hêzan li Zînî Wertê pîlaneke tasfiyê ye.

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!