Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rewşa girtiya nexweş Tenzîle Acar xirabe

 

REWŞA GIRTIYA NEXWEŞ TENZÎLE ACAR XETER E

Dayîka girtiya nexweş Tenzîle Acar Remziye Acar ragihan ku rewşa keça wê ya dîlgirtî giran bûye.

Tenzîle Acar ya ku nexweşiya weremê lê peyda bûye li girtîgeha jinan a Bakirkoya Stenbolê tê ragirtin.

REWŞA GIRTIYA NEXWEŞ TENZÎLE ACAR XIRAB E
REMZIYE ACAR: KEÇA MIN DIŞÎNIN MIRINÊ

Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirov ÎHD’ê li tevahiya girtîgehên Tirkiyê 458 girtiyên nexweş ên ku rewşa wan giran in hene.

Tevî raporên girtiyan ku “nikarin li girtîgehê bijîn” jî nayên berdan.

Yek ji van girtiyên nexweş jî Tenzîle Acar e ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê dîl tê girtin..

Tenzîle Acar ji sala 2017’an vir ve di girtîgehê de ye û nexweşiya Hepatît B, lê peyda bûye.

Dayîka girtiya nexweş Tenzîle Acar, Remziye Acar ragihan dema keça wê hatiye girtin îşkenceya giran lê hatiye kirin.

Remziye Acar anî ziman ku rewşa keça wê her roj ber bi xetereyê ve diçe û xwest tevî keça wê girtiyên nexweş bên berdan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv