Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîSîyasî

Li girtigehên Tirkiyê xeteriyên li ser girtiyan zêde dibin

 

Piştî daxuyaniya Wezîrê Karê Tenduristiyê yê Tirk a derbarê virûsa corona de, bal çû ser zindanan.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê balkişand ser xeteriya rewşê û xwest girtiyên nexweş û temen mezin werin berdan.

BÊRÎVAN KORKUT: DIVÊ PERSONELÊN TENDURDISTIYÊ BÊN ŞANDIN

Virûsa korona bi navê din Covîd-19 her ku diçê li Tirkiyê jî belav dibê.

Piştî daxuyaniya Wezîrê Karê Tenduristiyê yê Tirk Fahrettin Koç a belavbûna virûsê, bal çû ser zindanan.

Li zindanên ku derfetê tenduristiyê û paqijî kêm e mijara vîrûsê bêtir tê ber çavan.

Her çiqas rêveberiyên zindanan bibêjin em tedbîrê ji bo virusa coronayê digirin jî girtî bi guman in.

Alîkarê hevserokên HDP’ê Ûmît Dede ji wezareta Dadê ya Tirk xwest ku girtiyên nexweş û pîr werin berdan.

Koordinatora Parastinê ya CİSST’ê Bêrîvan Korkut tedbîrên ku ji bo zindana bên girtin wiha rêz kir:

Divê ji bo girtîgehan plansaziyek lezgîn bê kirin.

Li hemû zindanan test bê kirin.

Kapasîteya koxuşan bê sînorkirin.

Divê lavabo paqij bên girtin.

Girtiyên temen mezin û yê nexweşiyên wan a kronîk hene bigirin qadên taybet.

Endama Komisyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatice Onaran jî diyar kir ku heger nexweşî li zindanan belav bibe ew ê encamên gelek ne baş pêk werin divê gavên cidî bên avêtin.

RÊVEBERÊ ZINDANÊ JI GIRTIYAN RE GOT: HEWCE BE EZÊ WE BIKUJIM

Li aliyê din jî zextên li zindana Manîsayê ya li dijî girtiyan berdewam dike.

Malbatên girtiyan diyar kirin ku girtiyên jimartina li ser piyan red kirine rastî lêdan û îşkenceyê hatine.

Her wiha Rêveberê zindanê bi gotina “Hewce be ezê we bikujim.” û gef li wan xwariye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv