Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
ÇalakîJinSîyasî

Rewşa girtiyên Siyasî li girtîgehên Tirkiyê

 

Bi armanca balê bikişînin ser binpêkirina mafan ên li girtîgehan li Amedê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de parlamenter Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku kiryarên li girtîgehên Tirkiyeyê weke Guantanamoyê lê hatine û wiha got: “Em hatine rewşeke wisa ku her roj ji girtîgehan agahiyên îşkenceyê, muameleya nebaş û mirinê digirin.”

Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, bi armanca balê bikişîne ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, li avahiya Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, endam û rêveberên navçe û bajar ên HDP’ê, endam û rêveberên MEBYA-DER, TUAY-DER, Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) û malbatên girtiyan beşdarî daxuyaniyê bûn.

Parlamenter Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku piştî grevên birçîbûnê sepanên li girtîgehan veguherîne operasyonên tolhildanê û wiha got: “Em hatine rewşeke wisa ku her roj ji girtîgehan agahiyên îşkenceyê, muameleya nebaş û mirinê digirin. Niha di girtîgehên Tirkiyê de nêzî 7 hezar girtî hene. Ji bo ku têdikoşîn di girtîgehê de ne. Ji ber wê yekê me bi dehan caran gotibû ev sepan sepanên rêhîn girtinê ne. Di navbera salên 2017-2019’an de bi komî 44 girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dane. Li gel ku ji bo girtiyên nexweş gelek serlêdan tên kirin jî tiştek nayê kirin. Îro jiyana xwe ji dest dayîna girtiyên nexweş kes nikare weke normal bi nirxîne. Ev hemû cinayetin. Faîl û berpirsên van cinayetan jî desthilatdariya siyasî ye.”

‘Malbat dema diçîn hevdîtinê bi êrîşan re rûbirû dimînin’

Ev jî hatin dîtin

11:10 Raborî 02.04.2022

Stêrk Tv

Sêrt û Mêrdine de şîddetê verva cînîyan 12.04.2021

Stêrk Tv

Senetora Fransî Lourance Cohen derbarê komkujiya Parîsê de nirxand

Stêrk Tv

Li Bakur û Tirkiyê 3 jin hatin kushtin

Stêrk Tv

Çalakiya jinan ji bo darizandina Erdogan li Parîsê hat lidarxistin

Stêrk Tv

Bi têkoşîn jinan re Arjentîn qanûna mafê kurtajê erê kir

Stêrk Tv