JIYANA SURIYE MIHEMED A LI KAMPA WAŞOKANÎ. SURIYE MIHEMED: JI BER KU JI HÊZA JINÊ DITIRSIN EW ÇENDÎ ÊRIŞ DIKIN
Welatiyên Serêkaniyê û Girê Spiye di kampa Waşokanî de ji aliyê rêveberiya xweser ve hatine bicih kirin.
Yek ji koçberan jî Sûriya Mihemed Hisên e.
Nûçegihan Hêvîn Ehmed û Gulan Heder serdana Sûraya Mihemed kir û li halê wê pirsî.
Em binêrin a jiyan li kampa Wanşokanî çawa derbas dibe.
Evder kamapa Waşokanî a koçberên Serêkaniyê û Girê Spiye.
Li kampê zêdeyî 5 hezar mirov dijîn.
Yek ji kesa ku li kampê dijî Sûriya Mihemed Hisên a ji bajarê Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin.
Nûçegihana me Hêvîn Ehmed çû kampa Waşokanê û serdana konê Sûriya Mihemed Hisên kir.
Sûriya Mihemed Hisên di hevpeyîvîna xwe de dibêje, heya niha welatiyên Serêkaniyê du caran hatine koçber kirin û qala koçberiya şêniyan kir.
Koçbera bajarê Serêkaniyê dibêje jinên Kurd li çar aliyên Kurdistanê li ber xwe didin û got, tirsa ji têkoşan jina heye.
Sûriya Mihemed Hisên ji bo nexweşiyan jî gul û kulîlk berhev kirine û hişk kirine.
Berhemên ku hatine berhevkirin Sûriya Mihemed Hisên wê ji bo ser-êş, zik û gelek janên din ên laş bi karbîne.
demen