JI HELÎKOPTERÊ AVÊTIN!
REWŞA SERVET TÛRGÛT GIRANE, HER DERA WÎ ŞIKESTÎ YE
Derheqê her du gundiyên ku eskerên Tirk ew ji helîkopterê avêtin agahiyên nû hene.
Ji ber ku ji helîkopterê hat avêtin, her devera Servet Tûrgût şikestî ye û li ber mirinê ye.
Osman Şîbanê yê heman êşkence lê hatî kirin jî ji nexweşxaneyê hat derxistin.
Lê belê tiştek nayê bîra wî.
Şahidên vê hovîtiyê dibêjin, walîtiya Tirk derewan dike.
Me bi çavên xwe dît, ku Servet û Osman li helîkopterê siwar kirin.
11’ê Îlonê ew ji bejahiya navçeya Wanê Şaxê revandin, êşkence li wan kirin û paşê ji helîkopterê avêtin.
Servet Tûrgût û Osman Şîban.
Wêneyê li ser ekranên we yê Servet Tûrgût e, ku gelek hestiyên wî şikestine û li ber mirinê ye.
Ji ber ku talûkeya mirinê heye, doktor wî hê jî radizînin.
Êşkenceya li Servet hatî kirin ji wêne jî diyar dibe, ka çawa rûyê wî şînûreş bûye.
JI HELÎKOPTERÊ AVÊTIN!
TIŞTEK NAYÊ BÎRA OSMAN ŞÎBAN
Osman Şîban jî piştî ji nexweşxaneyê hatibû derxistin, ji aliyê hêzên dagirkeriya Tirk ve dîsa hatibû revandin.
Piştî rayedarên dewleta Tirk dîtin, Osman nikare îfadeya xwe bide ew berdan û malbatê jî ew bir Mêrsînê.
Osman Şîban niha li Mêrsînê ye û li malê tê dermankirin.
Birayê wî Mehmet Şîban li ser rewşa dawî ya Osman agahî.
JI HELÎKOPTERÊ AVÊTIN!
CENGÎZ ŞÎBAN: DEMA HERDU LI HELÎKOPTERÊ SIWAR KIRIN TIŞTEKÎ WAN NEBÛ
Walîtiya dagirkeriya Tirk a li Wanê bi daxuyaniyekê avêtina ji helîkopterê ya Osman û Servet red kiribû û gotibû, ji zinar ketin xwarê.
Birayê Osman, Cengîz Şîban careke din piştrast kir, ku dema Servet û Osman li helîkopterê siwar kirin tiştekî wan nebû.
Cengîz Şîban got, dema Servet Tûrgût anîn nava gund li ser laşê wî ti birîn nebû.
Çek xistibûn milê Servet û li helîkopterê siwar kirin.
Osman jî bi heman rengî li helîkopterê siwar kirin.
Yanî her du jî bi saxlemî li helîkopterê hatin siwarkirin.