KAMPANYAYA “JI OCALAN RE AZADΔ
REWŞENBÎRÊN MISRÎ DEWA AZADIYA RÊBER APO DIKIN
Komek nivîskar û akademîsyenên Misrê ji bo azadiya Rêber Apo di 1’ê Mijdara 2020’an kampanyayek da destpêkirin.
Kampanya bi dirûşma “ “Ji Ocalan re Azadî” bi berhevkirina îmzeyan didome.
Komîteyê di destpêka kampanyayê de diyar kir ku azadiya Rêber Apo misogeriya biratiya gelan û aştiya li giştî herêmê ye.
Di heman daxuyaniyê de komîteyê bang li tevahiya rewşenbîran jî kiribû ku beşdarî kampanyayê bibin.
Di çarçova kampanyayê de li Başûrê Kurdistanê û gelek welatên din jî bi hezaran rewşenbîran îmze dane.
Endamê Komîteya Amadekar a kampanyayê nivîskar û rojnamevan Îlhamî El-Milêcî ji rojnewsê re axivî.
Îlhamî El Milêcî diyar kir ku kampanya bi xurtî dewam dike, gelek kesayetên misrî û ereb piştgirê dane.
El-Milêcî da zanîn ku îmzeyên kom dikin, di salvegera komploya 15’ê Sibatê de, wê radestî hemû rêxistinên navnetewî û herêmî yên têkldar bikin.
Îlhamî El-Milêcî anî ziman ku ew bi kampanyayê dozeke mafdar dimeşînin û wiha got:
Em bi hêvî ne ev pêngav bi azadkirina Rêber Abdullah Ocalan ku nûnertiya berxwedana gelên bindest dike û xwedî fikreke afrîner di aliyê jiyana hevbeş a di navbera gelan de ye, bi encam bibe.
El-Milêcî bal kişand ser wê yekê ku ku ew hewl didin hemû beş û çînên civaka Misrê tevlî kampanyayê bikin.
Der barê polîtîka û siyaseta rejîma faşîst a wiha axivî:
Êdî ji her kesî re eşkere ye ku dewleta Tirk hewl dide çavbirçîbûna xwe bi riya Osmaniya Nû têr bike.
Ji bo vê armancê jî gelek alî û komên tundraw ên Îslamiya siyasî, komên çete û terorîst bikar tîne.
Vê yekê hişt ku piraniya lêkolîner, nivîskar, rojnamevan siyaseta dagirker a rêjîma Tirkiyeyê riswa bikin.